Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin 2022-11-07 09:01:24 MÊRSÎN - Bermahiyên ku li kargehên veguherîna paşve yên li sîteya senayiyê ku li nêzî qadên jîngehê yên Mersînê hatine avakirin tên şewitandin, gefê li ekosîstemê û tenduristiya mirovan dixwin. Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy diyar kir ku ji derveyî welat salê 650 ton bermayiyên plastîk tên Tirkiyeyê û got: “Emîsyonên li kargehan belav dibin bi bayê vediguhezin li jîngehan û ev rewş dikare rê li ber penceşêrê veke.”   Li Mêrsînê kargehên veguherîna paşve yên ku nêzî jîngehan hatine avakirin, di serî de tenduristî gelek pirsgirêkan bi xwe re tînin. Li sîteya senayiyê ku beriya 7 salan li qada ku tax lê ne hatiye avakirin, dumana jehrî ya ji ber plastîkên tên şewitandin belav dibe, ji gelek aliyan ve bandoreke neyînî li xweza û gel dike. Gelê ku li Taxa Kemalpaşa ya navçeya Tarsûsê û li Taxa Yalinayak a navçeya Akdenîzê dijî, pirsgirêkên ku dijîn vegotin. Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy jî têkildarî mijarê nirxandin kirin.    ‘EM NIKARIN BÊHNÊ BIGIRIN’   Yasemîn Kaya ku 15 sal in li Taxa Kemalpaşa dijî, diyar kir ku ji ber taxa wan nêzî sîteya senayiyê ye nikarin bêhnê jî bistînin û wiha got: “Gelek kargehên ku li sîteya senayiyê bêrûhset tên xebitandin. Em nikarin ji ber bêhnê razin û bêhnê bistînin. Dema bermayî tên şewitandin dumana reş belavî derdorê dibe. Gelek caran me gilî jî kirin lê bergirî nehatin girtin. Ji ber giliyan bermayiyan şûna roj bi şev dişewitîn.”   BÊHN Û DÛMANA BIJEHR   Gîzem Erkek a li 31 sal in li taxê dijî, bi lêv kir ku beriya 7 salan pirsgirêkeke wiha nebû û wiha got: “Plastîkên ku roj dihatin şewitandin li ser bertekên me bi şev tên şewitandin. Lê vê carê jî em bi şev nikarin ji ber bêhnê razin û paceyên xwe vekin. Ji ber bêhnê û dûmanê mirov ji tenduristiya xwe dibin. Ji gaza bijehr a belav dibe herî zêde zarok û kal bandor dibin. Tevî ku me gelek caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê û Şaredariya Tarsûsê dan jî, me tu encam bi dest nexistin. Şaredarî mecbûr e ku vê qirêjiyê rawestîne, em ê mafê xwe di her qadê de bînin ziman. Bila di zûtirîn demê de çareseriyekê bibînin, em dixwazin bêhneke rehet û paqij bigirin.”   NEXWEŞIYÊN ASTİM Û BRONŞÎTÊ DEST PÊ KIRIN   Şemsî Îzgî ya li Taxa Yalinayak a navçeya Akdenîzê rûdine jî diyar kir ku beriya 5 salan bar kirin hatin taxê û wiha got: “Em êdî nikarin bêhnê bigirin. Em neçar in havîn û zivistanan paceyan bigirin. Cîranê me bi nexweşiya penceşêra sing ket, niha tedawiyê dibînin. Êdî piştî saet 22.00’an şûnde dişewitînin, me dest bi nobetan girtin. Gelek mirov ji ber van kargehan bi nexweşiyên astim û bronşîtê ketin. Bi salane em têdikoşin lê kes eleqedar nabe. Şaredariya Toroslar, Şaredariya Akdenîzê, Şaredariya Akdenîzê Şaredariya Toroslarê weke mûxatab nîşan dide.”   ‘DI SALEKÊ DE 650 TON BERMAYÎ TÊN’   Endezyarê Derdorê Cîhan Ersoy jî da zanîn ku li cîhanê salane bi qasî 180 mîlyon çop heye û anî ziman ku salane 650 ton çopên plastîk ji derve tên Tirkiyeyê. Ersoy, diyar kir ku beşeke mezin a çopên ji derve tên li Edeneyê tên xebitandin, ev yek bandorê li Mêrsînê jî dike û got: “Plastîk dikarin 2 caran ji nû ve bên vegerandin û ji ber ku piştî vê taybetmendiyên xwe winda dikin, weke çop tên nirxandin. Piştî ku hate komkirin , em dikarin heta ji sedî 20’î çopê bigirin, parçeyên ji hev hatine veqetandin bên paqijkirin û bînin cem unîteyeke parçekirinê, tên jêkirin û pişt re ji nû ve tên vegerandin. Di vê unîteya şuştinê de dibe ku hem bermahiyên kîmyewî û hem jî yên navxweyî yan jî bermahiyên wesayîtên çandiniyê hebin. Pêwîst e di çavkaniyê wan de wan ji hev bên veqetandin, lê mixabin li Tirkiyeyê hêj teknolojiyeke bi vî rengî nîne.”    ‘JIYANA MIROVAN DI BIN RÎSKÊ DE YE’   Ersoy, bi lêv kir ku ava di dema kirariyên şûştinê de derdikeve bêyî ku kirariyek bê kirin ewilî diçe qenalîzasyonê dû re tev li behrê dibe û wiha berdewam kir: “Yek ji xetereyên peşîn mikro plastîk e, ya duyemîn jî dema ku malzeme di bin germê de tên helandin weke emisyon pêk tên. Berhemên ku li vir bêyî bişewitin pêk tên tev li hewayê dibin û gefê li tenduristiya mirovan dixwe. Emîsyonên li kargehan belav dibin bi bayê vediguhezin li jîngehan û ev rewş dikare rê li ber penceşêrê veke. Li vir jiyana mirovan û hevsengiya ekolojîk di bin rîskê de ye. Divê çareyek ji vê re bê dîtin.”   Ersoy, anî ziman ku ji ber bermayiyên kargehan tev li ax û behre dibin, berhemên çandiniyê û behrê yên tên xwarin jî jê bandor dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herêmên senayiyê û qadên depoyan herî zêde 3 kîlometreyan ji jîngehan dûr bin. Di vê rewşê de divê Taxên Yalinayak û Şevket Sumer ji holê bên rakirin. Fîltre wê bêhnê û emisyona plastîk hindik bê jî kêm bike, qet nebe wê were asteke ku zerarê nede jiyana mirovan. Rêbaza herî bi lez a ku dikare bê girtin ev e. Beriya her tiştî pêwîste qadên depokirinê yên li Mersînê werin diyarkirin. Welat bûye sergoyê welatên rojavayê cîhanê. Welatên pêşketî, ji bo emîsyona karbonê kêm bikin tesîsên tesîsên bi vî rengî yên guherandina paş ve li welatên xwe digirin û bermayiyên plastîk ji bo ji axa xwe dûr bixin dişinin welatên pêşneketî. Lazim e raya giştî hay ji vê hebe. Divê şaredarî, wezaret û saziyên sivîl li dijî vê pirsgirêkê bi awayekî cidî bixebitin.”   MA / Mûkadder Akyol