Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin 2022-11-07 14:02:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Firatê dîmenên dema artêşa tirk li herêma Zapê cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne parve kir.    Êrişên artêşa tirk ên di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin didomin. Demek berê dîmenên endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn û jiyana xwe ji dest dayîn hatibûn parvekirin. Bi parvekirina dîmenan re hem li hundir û hem jî li derveyî welat bertekên tund hatibûn nîşandan û ev bertek hêj berdewam in.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) niha jî dîmenên nû parve kirin. Tê diyarkirin ku dîmen di 11’ê îlona 2022’yan de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê hatiye kişandin. Di dîmen de yekîneyên artêşa tirk cenazeyên leşkerên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane dişewitînin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku HPG’ê jî di 12’ê îlonê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû ku di çalakiyên hêzên wan ên di 11’ê îlona 2022’yan de li Girê Cûdî, 12 leşker hatine kuştin û navên leşkerên bi navên Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat ragihandibû. Di heman daxuyaniyê de HPG’ê diyar kiribû ku artêşa tirk ji bo ku cenaze, çek û cebilxaneyên leşkeran nekevin destê hêzên wan, cihê cenazeyên leşkeran bi balafir û obûsan bombebaran kiriye, bi helîkopterên şer li qada cenazeyan gule reşandiye û cenazeyên leşkerên xwe şewitandiye.