Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn 2022-11-07 16:29:00   AGIRÎ - Li navçeya Dûtaxê otobûs û tankera sotemeniyê li hev qelibîn. Di şewata ji ber qelibînê derket de 7 rewiyan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Dûtaxa Agiriyê otobûsa rêwiyan û tankera sotemeniyê li hev qelibîn. Bi bandora qelibînê agir bi otobûsê ket. Li gorî agahiyên ewil hatin bidestxistin 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 jê giran 11 kes birîndar bûn. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê rêwiyên ji otobûsê derxistin sewqî nexweşxaneyên cuda kirin. Rêya Wan û Agiriyê ku qêza lê pêk hat ji hatin û çûyînê re hate girtin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya dayî de diyar kir ku 11 kes birîndar bûne. Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî bi lêv kir ku têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.