Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin! 2022-11-08 09:01:29 ÊLIH - Kujerên karsaz Mehmet Alî Evgun ku 9 sal berê li ofîsa petrolê ya li gundê Selîvê yê Êlihê di êrişeke çekdarî de hatibû kuştibûn, tevî dîmenên kamerayan jî nehatine dîtin.    Kujerên Karsaz Mehmet Alî Evgun (53) ku li ofîsa xwe ya petrolê ya li gundê Selîvê yê bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê ji aliyê 2 kesan ve hatibû kuştin, 9 sal in nehatine zevtkirin.    Malbata Evgun dîmenên bûyera ku di 2'yê mijdara 2013'an de qewimîbû bi ajansa me re parve kir. Di dîmenan de 2 kes êrişî Mehmet Alî Evgun dikin. Çendî di dîmenan de ruyê her du kesan xuya dikin, hê jî cinayet nehatiye zelalkirin.    DÎMENÊN KAMERAYÊ   Bira Ekrem Evgun anî ziman ku 9 sal in tu der nemane serî lê nedane û xwest bûyer bê zelalkirin. Evgun da zanîn ku ji bo zevtkirina bersûcan dîmenên kamerayan jî di nav de çi delîl li ber destên wan hebûne dane Serdozgeriya Komarê ya Hezoyê û saziyên têkildar û ev tişt gotin: "Lê heya niha tu tişt bi dest neketiye. Saziyên fermî yên me serî li wan dane tu bersiveke erênî nedane me. Dîmenên van kesan hene, lê nayên zevtkirin. Hingî me bûyer vekoland em bûn pispor. Mirov dikare vê cinayetê bi sê awayan eşkere bike. Li cihê bûyerê qeydên telefonê, zelalkirina dîmenên kamerayan, qewanên fîşekan û şopên tiliyan hene. Lê dîsa jî nayên dîtin. Min dîmen saniye bi saniye temaşe kirin. Lê ger bixwazin dikarin van kesan bibînin. Lê nizanim çi ma nabînin. Bersiveke ku me qaneh bike jî nadin."    BILA BÛYER BÊ ZELALKIRIN   Evgun destnîşan kir ku birayê wî bi awayekî plankirî hatiye kuştin û got ku tu dijminên wan tune ne. Evgun da zanîn ku di dema êrişê de ji stasyonê tu tişt nehatine wergirtin û wiha got: "Em dixwazin bê vekolandin ku bê ka ev şêlandin bûye yan cinayeteke plankirî bûye. Ji ber vê bûyerê derûniya me xirab bûye. Em xwe nêzî tu kesî nakin. Ji lew re em nizanin bê ka dijminê me kî ye. Em ji welatiyan rica dikin; kesên van êrişkaran nas dikin ji kerema xwe bila gilî bikin. Gelo dijminekî me yê ku em pê nizanin heye? Ji lew re em nizanin ev bûyer tiştekî çawa ye, kê birayê min kuştiye. Bila ev bûyer bê zelalkirin."