Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e 2022-11-08 12:38:53   AMED - Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan di Nobeda Edaletê de axivî û anî ziman ku li gel ev salek e daxwaza edaletê dikin jî lê pirsgirêkên girtiyan nehatine çareserkirin û sedema zilma li girtiyan tê kirin jî kurdbûn e.     Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, di roja 357'emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveber û endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an û Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   ‘ZILM Û ZOR HER KU DIÇÊ ZÊDE DIBE’   Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan bi lêv kir ku li gel ev salek e di nobeda edaletê de ne jî ji bo çareserkirina pirsgirekên girtiyan tu gavek nehatiye avêtin û wiha got: “Em ê ji bo zarokên xwe heta dawiyê li pey edaletê bin. Çend roj berê dîsa tevî nexweşiyan jî zilm li girtiyan tê kirin. Edalet di ber derê Wezirê Dadê û rêveberên dewletê de neçûye, heke biçûna tevî nexweşiyan jî zilm li girtiyan nedikirin. Ez ê heta dawiya li pey doza lawê xwe bim. Heke teroristan dipirsin, terorist ne lawê min e terorîst ew bi xwe ne, gardiyanên ku zilm û zorê li ser wan ferz dikin ew in terorîst.  Ew gardiyan jî bi daxwaza dewletê vê zilme li girtiyan dikin. Heke heq û hiqûq heye çima vê zilme li zarokên me dikin? Em ê heta dawiyê daxwaza edaletê bikin û têkoşîna vê yekê bidomînin.”    ‘SEDEM KURDBÛN E’   Boltan destnîşan kir ku sedema zext û zora ku tê kirin kurdbûn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em kurd in vê zilm û zorê li me ferz dikin. Em jî tu car dest ji kurdatiya xwe bernadin. Ez kurd im, zarokên min jî kurd in. Em li pey edaletê ne heke wisa nebûna di vê baran û sermayê deçima li kolanan bûna? Ji bo zarokên xwe em dawa heq û hiqûqê dikin. Em dixwazin girtiyên me bên çareserkirin. Mabesta me ew ê ku zilm li girtiyan neyê kirin, girtiyên nexweş bên berdan û înfaza girtiyan neyê şewitandin. Lê her ku diçe zilm û zor li girtîgehan zêde dibin, înfaza girtiyan tê şewitandin û girtiyên nexweş nayên berdan. Zarokên wan jî hene rojek heq, hiqûq û edalet dê ji wan re jî hewce bike. Ev agirê di dilê min de bila rojekî bikeve dilê wan jî.”    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.