Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin 2022-11-08 14:07:55   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir divê desthilatdarî di zûtirin demê de dev ji polîtîkayên şer û milîtarîzmê berde û wiha got: “Ji bo nixûmandina kedxwarî û mêtingeriyê, serî li polîtîkaya şer û neçareseriyê didin. Em neçarin ku li dijî van polîtîkayên şer û neçareseriyê helwesta xwe nîşan bidin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Rêxistinên elewiyan ên ku beriya civîna Lijneya Giştî têkildarî pêşnûmeqanûnê li Meclisê meş li dar xistin jî di civînê de amade bûn.    QEZAYA LI DUTAXÊ    Sancar, di serî de ji bo malbatên kesên duh li navçeya Dutax a Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li kesên di qezaya li Dutaxê de jiyana xwe ji dest dane bike, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim. Mirov nikare hinek karesatan tenê weke qeza qebûl bike. Mînaka me li Dêrikê jiyayî, yek ji mînakên vê yên zindî ye. Ev karesat, encama terkexemiyê ya desthilatdariyê ye.”    ROJEVA WELÊT A SIYASETÊ    Bi domdarî Sancar bal kişand ser rojeva siyasetê ya welet û wiha domand: “Pirsgirêkên civak û welêt roj bi roj girantir dibin û siyaset jî welêt û jiyana civakî dixitimîne. Armanca sereke ya saziya siyasetê ew e ku bo pirsgirêkên siyasî û civakî çareseriyên mayînde pêş bixe. Heke ji vê armanca xwe derkeve, dê êdî nekare bibe saziya diyarkirina qedera gel û veguhere amûra rant û rûxandinê. Mixabin ku di halê hazir de rewşa em tê de ev e. Em bi feraseteke desthilatdariyê ya ku ji pirsgirêka kurd heta pirsgirêkên demokrasî, edalet, aborî û talankirina xwezayê red dike û roj bi roj kûrtir dike re rû bi rû ne. Ev desthilatdarî li ser bingeha derew, talan û xwînê hatiye avakirin. Ya ku civakê ber bi karesatan ve dibe jî ev siyasete ye. Partiyên muxalîf jî ji vê rewşê gelek dûr nînin. Xwedî wê cisaretê nînin ku ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyên mayînde peyda bikin. Girîngiya polîtîkayên çareseriyê ya siyaseta demokratîk a HDP’ê jî tam di vê rewşê de xwe nîşan dide û dibe navnîşana hêviyê.    JI BO ÇARESERIYÊ EM BIBIRYAR DIMEŞIN    Yên ku li dijî desthilatdariya ku sazûmankirina faşîzmê da ye ber xwe, otorîteriyê weke rêbaza rêvebirinê bi kar tîne û kedxwarî jî li bingeha siyaseta aboriyê bi cih kiriye, yên herî jidil têdikoşin em in. Ev welêt neçar nîne ku bi vê ferasetê bijî û xwedî wê hêzê ye ku wan biguherîne. Derfetên hêzên demokrasiyê hene ku pergaleke nû ya adilane ava bike. Ev yek jî bi wê pêkane ku kedkar, karker, bindest, kurd, elewî û hwd. bibin yek û têkoşîneke hevpar bidin.    NEÇARESERIYA DI PIRSGIRÊKA KURD DE   Di mijara pirsgirêka kurd de divê di zûtirin demê de dev ji polîtîkaya şer û rêbazên milîtarîst berdin. Ji bo nixûmandina kedxwarî û mêtingeriyê, serî li polîtîkaya şer û neçareseriyê didin. Hewl didin berê kedkaran bidin hev û bidin şerkirin. Em neçarin ku li dijî van polîtîkayên şer û neçareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. Ew helwest jî rêya hemwelatîtiya wekhev û edaletê ye ku ber bi Komara Demokratîk ve diçe.    ÊRIŞÊN SER ÇAPEMENIYÊ AZAD    Di nava 20 salên desthilatdariya AKP’ê de 859 rojnameger hatin girtin. Di nava pênc mehên dawî di çarçoveya lêpirsînên ji hêla serdozgeriyên komarê yên Amed û Enqereyê de 33 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 33 jê hatin girtin. Li hêla din jî tundiya li dijî jinan, binpêkirin û tecrîda li girtîgehan didome. Texrîbata ku vê desthilatdariyê rê li ber vekiriye pir mezin e. Lê bila kesek ji ber van qewimînan xwe bêhêvî neke ji ber ku em xwedî wê hêzê ne ku vê desthilatdariyê biguherînin.    DIVÊ TÊKOŞÎNA CIVAKÎ MEZIN BIBE   Em guftûgo û muzakerayan ji b hemû pirsgirêkan weke rêya çareseriyê dibînin. Divê têkoşîna civakî û muzakereyên siyasî bi hev re bên kirin. Ji pirsgirêka kurd heta ya elewî û jinan, armanca me ew e ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan em têkoşîna civakî mezintir bikin û muzakereyên siyasî xurtir bikin.    Li hêla din desthilatdarî hewl dide pirsgirêka elewiyan weke pirsgirêka ceyran, av û hwd. nîşan bide. Lê komeqanûnên we nikarin daxwazên elewiyan bi cih bînin. Daxwaza wan a sereke hemwelatîtiya wekhev e. Her wiha dixwazin ku cemxane weke perestgeh bên qebûlkirin û di makeqanûnê de bê mayîndekirin.  Em hemû bedelan didin ber çav û têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê û berxwedana li dijî hewldana wê ya avakirina rejîmê didomînin.    WEZÎRÊ DADÊ YAN Ê KARÊN HUNDIR?   Şandeyeke AKP’ê ya bi serokatiya wezîrê dadê hat serdana partiya me û ji ber vê jî qiyamet rabû. Piştî vê serdanê jî spekulasyon û senaryo hatin çêkirin. Armanca serdanê diyar e. Ew jî guherandina makeqanûnê ya têkildarî ‘sererastkirina laçikê’ bû. Bi daxwaza piştgiriyê hatibûn. Çûbûn serdana partiyên din jî. Me jî rêgezên xwe yên sereke dubare kirin û jê re got ku dê teklîfê bibin lijneyên pêwîst. Dê MYK’a me sibe bicive û bersiva şênber bi raya giştî re parve bike. Bila AKP êdî biryarekê bide. Gelo kî rêveberiya wan û kabîneya wan temsîl dike? Wezîrê dadê yan yê karên hundir? AKP daxwaza hevdîtinê dike û bi serokatiya wezîrê dadê şandeyekê dişîne, rojek piştre jî wezîrê karên hundir heqaretan dike û gefan dixwe. Êrişên xwe yên li dijî me dijwartir dike. Hûn jî biryarê bidin, serokê hikûmetê Soylu ye yan hûn in? Heke Soylu be wê demê hûn çima vê şandeyê ji me re dişînin? Em qala wezîrekî karê hundir ê wisa dikin ku navê wî di nava her îftîra, heqaret, kompas û karên qirêjî de derbas dibe. Heke nûnerê we ev kes be, wê demê ew şande nûnertiya kê dike?    GIRÎNGIYA MUZAKEREYAN A DI SIYASETÊ DE    Hinek kes hewl didin ji ber vê hevdîtinê êrişî me bikin. Ên ku têkoşîna herî mezin li dijî vê rejîmê dide, HDP ye. Me bo xwe weke astengî dibîne lewma operasyona 4’ê Mijdaê kir, dest bi doza kompasê ya Kobanê kir. Em baş bi nirxê muzakerayan a di siyasetê de dizanin. Yên ku ev hevdîtin weke hevkarî pênasekirin hene. Me tu carî di siyaseta xwe de tawîz nedane û nadin jî. Yên ku hevkariyê bi desthilatdariyê re dikin ew kes in ku di pirsgirêka kurd xwedî zîhniyeta înkarger in û piştgiriyê didin polîtîkayên şer û milîtarîzmê. Yên ku ji tezkereyê re dibêjin erê hûn in.    Gelo hûn dê di hilbijartinê de çi bikin? Gelo hûn di siyasetê de rol û mîsyoneke çawa bo HDP’ê dibînin? Me stratejiya xwe ya hilbiartinê ragihandibû. Gelo hûn di hilbijartinê de ji me çi dixwazin? Wer in ji me re bibêjin. Bi vekirî biaxivin. Rêgez û armancên me diyar in. Dema em rêya xwe diyar dikin jî rêbazên demokratîk û piranîparêz bi kar tînin. Em ji xwe bawerin û dizanin bê ka kî di nava hesabên çawan de ne.”