Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan 2022-11-08 14:29:39   WAN - Li Wanê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 137 sal û 6 meh cezayê hefsê li 22 kesan hate birîn.    Bi sedema ku delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) in, di sala 2019’an de 24 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û derheqê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê çêbû. Dadgehê ji bo her kesî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Kesên ku cezayê hefsê lê hatine birîn ev in: “Hakan Demîr, Abdulsettar Guneş, Ahmet Kaya, Ayfer Gelîbolu, Baha Soyyîgît, Bazî Aslan, Berîtan Tayan, Cemîl Duman, Çetîn Uyar, Medîne Tufan, Mehmet Alî Sonmez, Ramazan Duman, Songul Taş, Elîf Yîgît Akkuş, Fevzî Çelenk, Gulay Yilmaz, Gursel Yamaç, Hakan Demîr, Hamdî Bayhan, Hatîce Toklu Îçten, Îbrahîm Irmak û Kaniye Şeker.”   Her wiha dadgehê ji bo 2 kesan jî biryara beraetê da.