Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye 2022-11-08 14:42:02   AGIRÎ - Li navçeya Dutaxê duh di qezaya pêk hat de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji ber polîsan piştî qezaya ewil pêk hat rê li trafîkê negirtine qezaya din pêk hatiye.    Li navçeya Dutaxa Agiriyê di encama otobusek û du kamyon li hev qelibîn de duh qeza pêk hat û di qezayê de ajokarê otobûsê Abdûlkerîm Kinay, Serhat Bayraktûtan, Sînan Gurbuz, Nevzat Taş, Eşref Tûtak, Emrah Solmaz û Ebrar Tatli jiyana xwe ji dest dan, yek jê giran 21 kes jî birîndar bûn. Ji bo nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane bi awayekî teqez bên diyarkirin, ji bo testa DNA’yê mînakên xwînê hatin wergirtin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Trabzonê.     Hate diyarkirin ku beriya qezaya ku duh saet derdora 13.30’an de li navçeyê çêbû, kamyoneke silkan li rampaya otobanê qulibî û piştî vê qezayê polîsan li şûna ku rêya otobanê li trafîkê bigirin yek alî rê li trafîkê vekirin û ev yek bû sedema qezayeke mezin. Birayê Emrah Solmaz ê jiyana xwe ji dest da Îrfan Solmaz piştrast dike ku qeza di encama îhmala polîsan de pêk hatiye.    ‘KOMÎSER RÊ LI TRAFÎKÊ NEGIRT’    Birayê Emrah Solmaz ê di qezayê de jiyana xwe ji dest da û şahidiya qezaya otobusê kir, Îrfan Solmaz ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala kêliya bûyerê û îhmala pêk hatî kir. Solmaz, diyar kir ku birayê wî ji ber wergerîna kamyonê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dutaxê, pişt re ji bo tomografiya mejî bê kişandin sewqî bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê hate kirin û got: “Bi du polîsên hatin nexweşxaneyê re ji bo kamyona xwe ya qeza kirî rakin em çûn cihê bûyerê. Gelek polîs hatibûn cihê bûyerê. Şaredariya Dûtaxê ji bo rakirina kamyonê 2 kepçe şandin. Dû re min bi israr ji amirekî polîsan ê li wir re got ‘Heta ku kamyon bê rakirin em rê ji trafîkê re bigirin’. Min 3 caran ji komîserê li wir re got. Heta ku min jê re got em karesateke duyemîn a Mêrdînê (Dêrik) ne jîn. Lê min çikir û nekir guhdarî nekirin. Gotin nikarin rê bigirin. Ji ber dilê min ne rehet bû, ji bo ez hem cihê bûyerê hem jî rê bibinim derbasî cihekî cuda bûm. Çeng wesayît bi kontrol hatin. Dû re otobûsek bi lez bi korna lêdixist û dihat. Min bang li polîs û welatiyên li cihê bûyerê kir û got ‘birevin’. Otobûs ji kontrola ajokar derket û ber bi aliyê din ve çû. Rêya ku otobûs kete jî TIR’ek dihat. Dema otobûsê li TIR’ê da, depoya TIR’ê teqiya û bi otobûsê re şewitî. Her du wesayît jî di nava agir de ber bi cihê qezaya ewilî ve xijiyan. Birayê min Emrah jî di nav de li cihê qezaya ewil man bin her du wesayîtan ve.”   ‘WESAYÎT NE TANKER E’   Solmaz, bi lêv kir ku wesayîta ku otobûsê lêxist ne tanker bû TIR bû û wiha berdewam kir: “Min temamê bûyerê ji Waliyê Agiriyê yê hate cihê bûyerê re vegot. Di nava otobûsê de gelek mirov hebûn. Zarok hebûn. Tenê 7 kes mirin ne diyar e. Ji ber ku otobûs bi temamî şewitî.”