Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne 2022-11-08 15:39:58   ENQERE - Parêzer Ezgî Gungordu ku biryara DMME’yê ya têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenteran nirxand wiha got: “Muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne. Ev biryar îspata vê ye.”    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), derbarê serlêdana ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenteran hatibû kirin de, biryar da. Di serlêdanê de biryar hat dayîn ku bi girtina Yuksekdag û parlamenterên din a 4’ê mijdara 2016’an azadiya ramanê, mafê bijartin û hilbijartinê û xala 18’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin. DMME’yê ji bilî vê, biryar da ku Tirkiye 184 hezar û 600 Euro tazmînata manewî bide. Parêzer Ezgî Gungordu, biryara DMME’yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘DOSYEYA KOBANÊ ELEQEDAR DIKE’    Gungordu, bi bîr xist ku dosyaya ku Yuksekdag ji sala 2016’an ve jê tê darizandin û dosyayên ku li 16 û 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran tên dîtin kirine yek û wiha got: “Ji ber dosyayên wê kirine yek ji aliyê her du girtinan ve nirxandineke. Ji ber vê yekê em difikirin ku biryareke ku dê dosyaya Kobanê ku berdewam bike jî eleqedar bike. Divê hem Fîgen Yuksekdag hem jî hemû parlamenterên din ên girtî bi vê biryarê bên berdan.”    ‘BIRYAREKE DERENG MAYÎ YE’    Gungordu, da zanîn ku biryar, biryareke “derengmayî” ye û wiha got: “Em difikirin ku sedemê derengdayîna vê biryarê hin sedemên siyasî ne. Li pêşiya me biryareke pêşeng a weke ya Demîrtaş heye jî dîsa ev qas dereng biryar dan. Biryareke gelek dişibe ya Demîrtaş, metna wê biryareke amade ye. Ji ber wê yekê em difikirin ku ji ber sedemên siyasî biryar dereng aşkere kirin.”   ‘MUWEKÎLÊN ME DÎL GIRTIYÊN SIYASÎ NE’      Gungordu, bal kişand ku  Yuksekdag 6 sal in girtî ye, girtina wê li dijî hiqûqa herêmî, netewî û gerdûnî ye û got: “Ev yek bi biryarên beriya niha jî derket holê. DMME’yê careke din diyar kir ku ji rakirin parêzbendiya wekîlên HDP’î heta girtinê hemû pêvajoya hiqûqî ya derbarê wan de hatiye sepandin nirxandî ye û hatiye nirxandin ku berdewama girtina parlamenterên HDP’ê û lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin dijhiqûqî ye. Muwekîlên me dîl girtiyên siyasî ne. Ev biryar îspata vê ye. Divê muwekîlên me demildest bên berdan.”