Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin 2022-11-08 16:34:02   STENBOL - Di danişîna ewil a Demokratîk Modernîteyê de dadgehê biryar da ku xwe li benda înfazkirina biryara “girtinê” ya derheqê Cîhan Dogan û Nazan Ustundag bigirin û danişîn taloq kir.    Ji ber nivîsên di kovara Demokratîk Modernîteyê de, derheqê Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Ramazan Yurttapan û edîtorê kovarê Haydar Ergul û 3 nivîskaran de bi îdiaya “miletê tirk biçûk xistine” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Çaglayanê pêk hat. Yurttapan û Ergul di danişînê de amade bûn û nivîskarê kovarê Mûsa Şanak jî li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzer Ozcan Kiliç jî di danişînê de amade bû.    Ergul û Yurttapan di danişînê de parastina xwe kirin û diyar kirin ku di nivîsa behsa xeberê de tu sûc nînin. Şanak jî da zanîn ku nivîsa wî ji kovarê re şandibû bi kurdî bû û gotina “tirktiya zextker durû ye” ji bo tevahiya gelê tirk negotiye. Şanak, destnîşan kir ku têkildarî tawanbariya li wî hatiye kirin, îfadeya nivîskî jî şandiye.    Dozgeriyê, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê jî biryar da ku xwe li benda înfazkirina biryara “girtinê” ya derheqê Cîhan Dogan û Zulal Nazan Ustundag bigirin. Danişîn, taloqî 16’ê adara 2023’yan hat kirin.