Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin 2022-11-08 16:44:40   ERZIROM - Derheqê 4 mamosteyên ku li ber tabelaya bi kurdî ya di ketina Qereyaziyê de parvekirinên nîjadperest kiribûn, doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a mamosteyên nîjadperest hat taloqkirin.    Çar mamosteyên ku li Dibistana Seretayî ya Qereyazi ya Erziromê peywirdar, li pêşiya tabeleya “Hûn bi xêr hatin” a di ketina navçeyê de wêne kişandibûn û derheqê kurdî de gotinên nîjadperest kiribûn. Derheqê 4 mamosteyan de bi sedema “Beşekê civakê ji ber çîna civakî, nîjad, ol, mezheb, zayend an jî herêma wan raste rast biçûk xistine” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Qereyaziyê hat dîtin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr, Sekreterê Giştî yê Baroyê Serdar Ozer û endamê Komîsyona Zimanê Kurdî Ahmet Guler jî di danişînê de amade bûn. Piştî parastin û daxwazan, danişîna dozê taloqî 14’ê çileyê hat kirin.