Li Dersimê çokeke berf ketiye 2022-11-08 19:37:55   DERSIM -  Li Dersimê çokeke berf ketiye. Rêyên çûnhatinê tên paqijkirin.   Li navçeya Pulur û Pilemûriyeyê yên Dersimê duh berfê dayê. Hat diyarkirin ku berf herî zêde li deverên bi qelaç hatiye. Her wiha hat ragihandin ku rêyên çûnhatinê yên di bin berfê de mane jî tên paqijkirin.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê çendeke berê ji bo 7 navçeyên Dersimê ragihandibû ku dê şilî bibare.