Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin 2022-11-09 10:42:12   ENQERE - Bi biryarnameya Serokkomar Erdogan, Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin.    Bi biryarnameya ku îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li bin e û di rojnameya fermî de hat weşandin, Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî bi awayek fermî hat damezrandin. Serokê vê saziyê wê di heman demê de serokê desteya şêwrê be jî. “Desteya Şêwrê” ku ji 11 kesan pêk tê wê ji bo sê salan ji aliyê Serokkomar ve bê bijartin. Dema hewce bike dê wezîr jî dikaribe serokatiya desteyê bike.