Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin 2022-11-09 12:42:05   ENQERE - Kedkarên perwerdehiyê li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ku Qanûna Pîşeya Mamostetiyê tê de tê nîqaşkirin “Nobeta Pîşeyê” dan destpêkirin. Polîsên êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin, nûnerên sendîkayan binçav kirin.    Nûnerên sendîkayên perwerdehiyê ji bo Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê (OMK) ya li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li ser esasê hevdîtin bê kirin, li ber AYM’ê “Nobeta Pîşeyî" dane destpêkirin. Polîsan êrişî nûnerên sendîkayên perwerdehiyê kirin. Polîsên ku nûnerên sendîkayan dorpêçkirin, nehiştin rojnameger jî dîmen bigirin. Di êrişa polîsan de Sekretera Jinan a Navendî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim, Sekreterê Malî yê Giştî yê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz û gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsên ku endamên sendîkayan dorpêçkiribûn jî li wesayîtan siwar kirin û ji pêşiya AYM’ê dur xistin.