Ceyrana girtiyan hat birîn 2022-11-09 13:13:18   STENBOL - Bi hinceta ku fatûreya ceyranê ya hezar û 500 lîre nedane, rêveberiya girtîgehê ceyrana girtiyên li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) birî.    Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Marmarayê (Sîlîvrî) fatûreyeke hezar û 500 TL a ceyranê ji 11 girtiyên di heman qawîşê de dimînin re şand. Girtiyan jî fatûre nedan û li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê 2 rojan ceyrana wan qut kir. Ji girtiyan Halîl Ay duh di hevdîtina vekirî de agahî dan malbata xwe. Ay, da zanîn ku hezar û 500 TL fatûreya ceyranê li wan hatiye birîn û wan jî ji ber ku ev fatîre nedane, ceyrana wan hatiye birîn. Ay, diyar kir ku du rojan li ser hev ceyrana wan tune bû. Bi domdarî Ay ev agahî dan: “Rêveberiya girtîgehê bêyî ku destûrê ji me bixwaze, dest danîn ser pereyên me. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev yek derhiqûqtî ye û divê raya giştî li hemberî van sepanan bêdeng nemîne.”