3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in 2022-11-09 13:23:43   AGIRÎ - Malbatên kesên di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dane ji bo cenazeyên xizmên xwe bigirin 3 roj in li pêşiya nexweşxaneyê disekinin.    Di qezaya trafîkê ya li navçeya Dutaxê ya Agiriyê 2 roj berê pêk hatibû de 7 kes jiyana xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn. Mûhlîse Işik a 77 salî ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Erzeromê, duh şev jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Işik re hejmara miriyan derket 8’an.     Piştî qezayê kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û endamên partiyên siyasî ev 3 roj in, bênavber li pêşiya nexweşxaneyê ne. Malbatên ji bo testên DNA’yê xwîn dane li bendê ne ku cenazeyên wan teslîmî wan bikin. Ji 7 cenazeyên ku di nexweşxaneyê de têne ragirtin ji bilî du cenazeyan cenazeyên din ji ber şewitîne nayên nasîn. Hat zanîn ku ji ber cenaze şewitî ne karûbarên teşhîskirinê dirêj dibe.