Rojnamevanan serdana ajansa me kir 2022-11-09 13:59:53 STENBOL - DÎSK Basin-Îş û Bîanetê ji bo piştevaniyê serdana buroya navendî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) kir.    Serdanên piştevaniyê yên têkildarî 9 rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û girtin didomin. Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê (Basin-Îş) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û edîtor û nûçegihanên Tora Ragihandina Serbixwe (bîanet) serdana buroya navendî ya Ajansa Mezopotamyayê ya Beyoglûyê kirin. Rojnamevanên ku daxwazên xwe yên piştevaniyê ragihandin, diyar kirin ku zext, binçavkirin û girtinên li dijî çapemeniya kurd bi awayekî sîstematîk didomin.   Rojnamevanan dan zanîn ku girêdayî van êrişan herî dawî nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hatin binçavkirin û girtin û bal kişandin ser bê bertekbûnê û sedemên vê yekê yên bingehîn. Rojnamevanan qala rê û rêbazên ji bo pêşî li zext, binçavkirin û girtinan bigirin jî kirin.