Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn 2022-11-09 15:33:16   AMED - Bi hinceta “biçûkxistina dewlet û hikumetê” li parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn.    Bi hinceta “biçûkxistina miletê tirk, dewlet, meclis, hikumet û organên darazê” li parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ê piştî parêzbendiya wî hate rakirin hatibû binçavkirin 5 meh cezayê hefsê hate birîn. Onder, dema hat binçavkirin, piştî ku parêzbendiya wî hat rakirin, ji ber îfadeyên wî yên li dozgeriyê ku gotibû ‘Paşeroja Erdogan tijî guman e’ hat darizandin û ji ber “heqareta li serokkomar” hatibû cezakirin. Vê carê jî hem ji ber gotinên Onder yên “guman” hem jî ji ber gotinên wî yên li mîtînga partiya xwe ya li navçeya Rezan a Amedê bi hinceta “heqareta li dewlet û hikûmetê û organên darazê” hat darizandin. Danişîna biryarê ya doza li Onder hatiye vekirin îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hate vekirin.    XWEST DU CARAN CUDA CUDA BÊ CEZAKIRIN   Di danişîna ku Onder tev li nebû de, parêzer Serdar Çelebî amade bû. Dozgeriyê mutalaaya xwe ya di danişîna beriya niha de dabû berfirehtir kir û pêşkeşî dadgehê kir. Dozgeriyê xwest ku Onder ji ber “heqareta li dewlet û hikûmetê û organên darazê” du caran cuda cuda bê cezakirin. Dozgeriyê aşkere nekir ku di kîjan gotinên Onder de heqaret heye.    ‘GIRÊDAYÎ KÎJAN ALÎ YE NIZANIN’   Parêzerê Onder, Çelebî ji bo li dijî mutalaaya dozger parastinê bike daxwaza dema zêde kir lê dadgehê ev daxwaza wî qebûl nekir. Çelebî, ku piştî redkirina daxwazê îfadeya parastinê kir, diyar kir ku nizane dozgeriyê ji kîjan beşa axaftina Onder daxwaza cezakirinê kiriye, di navbera mutalaaya berê û ya nû de cudahî heye û bi qebûlnekirina daxwaza wî ya ji bo demê mafên parastinê yên dadgehê hatine sînordarkirin. Çelebî, da zanîn ku muwekîlê wî ji ber heman gotinan beriya niha jî hatibû darizandin û ceza girt û destnîşan kir ku darizandin dubare ye.    5 MEH CEZA LÊ HATE BIRÎN   Dadgehê diyar kir ku gotinên Onder ên ‘Paşeroja Erdogan tijî guman e’ dubare ne û doz red kir. Dadgehê ji ber gotinên Onder ên di mîtînga di 5’ê mijdara 2016’an de li navçeya Rezana Amedê pêk hatî anîne ziman 5 meh cezayê hefsê lê birî. Dadgehê ceza taloq kir.