Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin 2022-11-09 16:07:21   AMED - Di doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya de ji bo di danişînek din de mutala bê amadekirin, dosye şandin dozgeriyê.    Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danşîna doza Kaya li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kaya û parêzerên xwe Gozde Engîn û Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş di danişînê de amade bûn.    Dozger ji bo mutala bê amadekirin xwest dosye ji aliyan re bê şandin.    Adalet Kaya diyar kir ku ew beyanên xwe berê dubare dike û ew ji ber xebat û têkoşîna jinan tê darizandin û xwest bê beraetkirin.    Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kir û gotin ew ê piştî mutalayê parastina berfireh bikin.    Dadgehê biryar da ku ji bo mutala bê amadekirin, dosye ji dozger re bê şandin û danişînê taloqî 6’ê sibata 2023’yan kir.