Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e 2022-11-09 16:07:58   AMED - Şaxa Platforma KESK’a Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bûdçeya sala 2023’yan ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer û hilbijartinê ye.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê têkildarî bûdçeya sala 2023’yan li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES a Amedê Şiyar Guldîken jî di daxuyaniyê de amade bû. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa TUMBEL-SEN a Amedê Nîhal Yanik ve hat xwendin.    Yanik, diyar kir ku deshtilatdarî ji bo hinek derdoran çavkaniyên bûtçeyê vediqetîne û wiha got: “Ev hewdana wê ji ber hilbijartinê ye. Her wiha daneyên TUÎK’ê rastiyê venabêjin. Berevajî gotinên wezîrê aboriyê Nûreddîn Nebatî, bûçeya 2023’yan bûtçeyeke enflastonîst e. Hejmarên li gorî ajandaya desthilatdariyê parve dike. Li gorî TUÎK’ê enflasyon di cotmehê de ji sedî  85,5 û li gorî ENAG’ê jî ji sedî 185,3 ye. Desthilatdara ku mûçeyê karmend, karker û kesên mûçeyê kêmane digirin li gorî daneyên TUÎK’ê diyar dike, dema mijar dibe ew bi xwe jî van daneyan esas nagirin.”    'BÛDÇE JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN’   Bi domdarî Yanik anî ziman ku bûdçeya di salên dawî de ji bo otorîterbûn û şer tê xerckirin û wiha domand: “Ji Sûriyeyê heta Lîbya û Efrîqayê, di nava xeyalên emperyal de ne, di pirsgirêka kurd de serî li polîtîkayên neçareserkirinê didin û di polîtîkaya derve de jî serî li stratejiya rageşiyê didin. Ji her 100 lîreyên di bûdçeya 2023’yan de tên komkirin de herî kêm 15 lîre jê dê bo şer bên xerckirin. Ji bo êrişên bi alavên weke ÎHA, SÎHA, helîkopter û balafirên şer pereyekê zêde tê xerckirin. Desthilatdarî hêj niha jî mizgîniya çêkirina girtîgehên nû, pêşxistina çekên nû û kirîna balafirên şer dide. Xuyaye ku em ê di şert û mercên OHAL a fiîlî bikevin hilbijartina serokkomartiyê ya 2023’yan. Ji bo ku guh bidin daxwazên me yên bûdçeyê, em ê bi dirûşma ‘Bûdçeya gelparêz û kedparêz’ çalakiyan bidin destpêkirin.”    Yanik, bernameya çalakiyên rojên pêş jî wiha aşkera kir:    * Dê di 9 – 18’ê mijdara 2022’yan de dê li kargehan civîn, forûm, belavok û broşûr bên belavkirin û rêyên têkoşîna hevpar a li dijî bûdçeya bo sermayedaran tê sazkirin bên nîqaşkirin.    * Di 16 - 17’ê mijdarê de em ê kokartên xwe yên ku daxwazên me yên bûdçeyê vedibêjin bi xwe ve bikin.    * Di navbera 9’ê mijdarê û 9’ê kanûnê de em ê li pêşiya kargehan stantan vekin û kampanyaya îmzeyan a ku daxwazên me tê de hatine destnîşankirin û dê ji TBMM’ê re bên şandin, bidin destpêkirin.    * Heta roja dawî ya kanûnê ku pêvajoya bûdçeyê bi dawî dibe, dê bi hemû rêveberên navendê û şaxên sendîkayên me yên girêdayî KESK’ê re li kargehan xebatên qadê bên meşandin.”