Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan 2022-11-09 16:38:12 STENBOL - Di serdagirtina malan a 13’ê sibata 2021’an de, 5 jê HDP’î 6 kesên piştî binçavkirinê hatibûn girtin, hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê yê Amedê daye destpêkirin de, di serdagirtina malan a 13’ê sibata 2021’an de 5 jê endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6 kes hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Danişîna 2’yemîn a 6 kesên ku tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Cesûr Yilmaz, Ayhan Ekmekçî, Halîl Îbrahîm Başûrû, Merve Yilmaz, Bariş Koçar, Mahmut Çakan ên girtî dihatin darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Piştî ku ciwanan parastina xwe kirin dadgehê ji ber sedemên “delîlên derbarên wan de hatine komkirin nehatine piştrastkirin” û “guhertina wesfê sûc hatiye guherîn" derbarê 6 kesan de biryara berdanê da û danişînî taloqî 2’yê adara 2023'yan kir.