Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan 2022-11-09 16:57:16   STENBOL - Reyhan Abdî ya ku bi pitika xwe du mehî re li Stenbolê hatibû girtin, hat berdan.   Li Stenbolê di 26’ê tebaxê de Reyhan Abdî ya ji rojavayê Kurdistanê li Stenbolê bi pitika xwe du mehî re hatibû binçavkirin. Abdî ya dayika sê zarokan di 29’ê tebaxê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Îdianameya derbarê Abdî de hat amadekirin û 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê qebûl kir. Dadgehê di danişîna navberê de bi sedema ku delîlên tawanbariyê ya têrkirî nehatine bidestxistin, bi şertê kontrola edlî de derbarê Abdî de biryara berdanê da. Danişîna ewil a doza derbarê Abdî de dê di 17’ê çileya 2023’yan de bê lidarxistin.