Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe 2022-11-10 09:04:55   COLEMÊRG – Darfiroş û darvanên colemêrgî bertek nîşanî krîza aborî dan û diyar kirin ku sedema krîza aborî hikûmeta AKP’ê ye û wiha got: “Ya ku li me tê kirin zilm e. Heta ku ev hikûmet têk neçe û hikûmeteke demokratîk neyê avakirin, krîza aborî çareser nabe.”    Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe. Bi kûrbûna krîza aborî re hejmara kargeh û dikanên top diavêjin, hejmara bêkaran û xizanan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî TUÎK’ê, enflasyon di cotmehê de ji sedî 85,5 û li gorî ENAG’ê jî ji sedî 185,3 ye. Bi hatina demsala zivistanê re barê aboriyê yê hemwelatiyan jî girantir dibe. Ji ber ku bihayê sotemeniyê bilind dibe, ev yek rast e rast bandorê li hemû pêdiviyên jiyanî dike. Dolar bilind bû û bihayê mazotê jî girantir bû. Vê bihabûnê bandoreke mezin li ser komirê jî kir ku ji derve tê. Girêdayî vê yekê; tona komirê ya ku par di navbera hezar û 500 û hezar û 900 lîreyan de dihat firotin, îsal di navbera 7 hezar û 500 û 8 hezar û 500 TL’an de tê firotin. Her wiha tona daran ku par derdora hezar û 500 lîreyan dihat firotin, îsal di navbera 3 hezar û 4 û hezaran de tê firotin.    Darvan û darfiroşên Colemêrgê têkildarî krîza aborî û bihabûna sotemeniyê bi ajansa me re axivîn.    Ji darvanan Zerevan Polat ku 4 sal in vî karî dike got ku bihayê daran li gorî par pir zêde bûye û wiha got: “Roj bi roj bihatir dibe. Gaza xwezayî anîn Colemêrgê lê hêj li gelek tax û gundan nehatiye girêan. Lewma hêjta daran dibirin. Lê ji ber ku bihayê wan li gorî par û pêran du qat zêdetir bûye, kesek nikare bikire. Me par tona daran bi hezar û 500 lîreyan difirot û îsal jî di navbera 3 hezar û 500 heta 4 hezar TL’an difiroşin. Weke xebatkar em li vir gelek kedê didin lê heqdestê me kêm e. Em heta êvarê bo 200 lîreyan dixebitin.”    ‘ÇARESERÎ TÊKÇÛNA AKP’Ê YE’   Bi domdarî Polat destnîşan kir ku sedema krîza aborî hikûmeta AKP’ê ye û wiha domand: “Her tişt biha kirin û gel nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bike. Bi taybet jî gelê herêmê nikare ji xwe re tiştekî bikire. Ez hefteyê 2-3 roja dixebitim û 600 lîreyan digirim. Gelo ez ê çawa debara mala xwe bikim? Çareserkirina krîza aborî, bi guherandina hikûmeta AKP’ê pêkan e. Heta ku AKP desthilatdarî be, dê krîz jî hebe û em jî di vê rewşê de bin.”    ‘ÊDÎ FEBRÎQE SOTEMENIYÊ BI TEQSÎTAN NADIN’   Darfiroş Abdulazîz Duman ku ev 30 sal in vî karî dike jî got ku sedema krîza aborî û bihabûna her tiştî desthilatdarî ye. Duman, anî ziman ku kirêya kargeha wî par bi hezar û 200 lîreyan û îsal jî bi 2 hezar lîreyan e û wiha pê de çû: “Ji ber krîza aborî, tevahiya gelek zehmetiyên mezin dikêşin. Êdî kesek nikare debara xwe bike. Kesek ji bo zivistanê dar û komirê nakire. Kesên ku par tonek û nîvên daran dikirîn, îsal nîvtonê dikirin. Gelek darfiroş ji ber ku ninkarin heqê kirêya xwe bidin, deriyên kargehên xwe girtin. Heke rewş wiha bidome, em jî dê bigirin û biçin mala xwe. Febrîqeyên ku dar û komirê difiroşin, êdî dar û komirê ne bi qer û ne jî bi teqsîdan didin.”   ‘ZILMEKÎ MEZIN LI ME TÊ KIRIN’   Di berdewamê de Duman anî ziman ku tekane rêya çareserkirina krîza aborî, hikûmeteke nû ya demokratîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Heke hikûmeteke nû ya demokratîk were, dê ev krîz bi dawî bibe. Bi sepanên heyî zilmekî mezin li me tê kirin. Daxwaza me ew e ku şer xelas bibe û edalet bê vî welatî. Par li gel min 6-7 karker hebûn lê îsal min karî tenê 2 karkeran bidim xebitandin. Ji ber krîzê, em nikarin mûçeyeke baş bidin wan jî. Pir zêde dixebitin lê heqê keda xwe wernagirin. Ji neçarî dixebitin. Hinek rojan em nikarin heqê keda wan jî bidin.”    MA/ Mazlum Engîndenîz