Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin 2022-11-10 09:05:47   ÊLIH - Birayên hev Firat û Emrah Nebîoglû yên girtî, yek jê ji sedî 94 astengdar û yek jê jî girêdayî diyalîzê ye. Ap Emîn Şahîn ku dixwaze gurçikeke xwe bide Firat, diyar kir ku ji bo  neqlkirina gurçikê serlêdan kirine lê heya niha tu bersiv negirtine.    Birayên hev Firat (24) û Emrah Nebîoglû (30) her du jî girtî ne û di girtîgehên cuda de ne. Yek ji wan ji sedî 94 astengdar e û yek jê jî girêdayî diyalîzê ye. Lê her du jî ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimne" ya  Saziya Tiba Edlî (ATK) nayên berdan. Firat Nebîoglû, di sala 2015'an de li Êlihê hatiye girtin û ji ber hin hincetên siyasî 11 sal û 7 meh ceza lê hatiye birîn. Nebîoglû bi dorê sewqî girtîgehên Êlih, Gumuşhan û Xarpêtê hatiye kirin û niha di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de ye. Nebîoglû ku gurçikên wî xera bûne, çavên wî baş nabînin û guhên wî jî baş nabihîsin. Nebîoglû, demek berê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê hatiye kirin û nexweşxaney bi hinceta dibe ku her du gurçikên wî bi temamî bên jêkirin, di 7'ê Adarê de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. Firat Nebîoglû ji ber rapora ATK'ê nayê berdan.    Nebîoglû ku di 14'ê Adarê de sewqî ATK'ya Stenbolê hatiye kirin bi rêya malbata xwe ev tişt ragihandin: "Gava em çûn ATK'ê, bêyî min muayene bikin tenê ji bo nimûneyê xwîn wergirtin û cardin min şandin girtîgehê. Tenê xwîn girtin û li gor xwînê biryar dan. Paşê rapora dikare di girtîgehê de bimîne dan min. Gurçikên min hema bibêje bi temamî xera bûne. Lê rabûn ev rapor dan min. Ger tiştek bê serê min berpirs ATK ye."    JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E   Emrah Nebîoglû jî ji sedî 94 astengdar e. Nebîoglû di 5'ê Sibatê de hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa E'yê. Nebîoglû bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" hatiye girtin û 7 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Nebîoglû, di sala 2013'an de gava xwestiye derbasî Kobanê bibe ji serê xwe gule xwariye "û ji ber vê felcî bûye. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê Ji sedî 94 Rapora astengdariyê daye Nebîoglû. Nebîoglû niha di Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê de ye.    Apê her du birayan Emîn Şahîn, di 8'ê Mijdarê de hevdîtin bi her du biraziyên xwe re kiriye. Ap Şahîn diyar kir ku rewşa biraziyên wî nebaş e û xwest tavilê dawî li vê zilmê bê.    Şahîn anî ziman ku biraziyê wî Firat Nebîoglû ji ber îhmalkariyê mehkûm amûra diyalîzê bûye û got ku rewşa biraziyê wî Emrah Nebîoglû ku ji sedî 94 astengdar e her diçe xirabtir dibe. Şahîn destnîşan kir ku divê her du bira li derve bên dermankirin û got ku ji bo berdana wan serlêdan kirine lê hemû saziyan serlêdanên wan red kirine.    Ap Emîn Şahîn da zanîn xwe dixwaze gurçikeke xwe bide biraziyê xwe Firat û ev yek ragihandiye rayedaran û wiha ot: "Piştî hin test hatin kirin, kifş bû ku gurçika min ji bo wî dibe. Piştî vê me serî li Serdozgeriya Komarê û paşê jî serî li Wezareta Dadê da. Lê 3 meh derbas bûne hê jî her du saziyan bersiv nedaye. Rayedar naxwazin her du bira sax ji girtîgehê derkevin. Hema bibêje her roj cenaze ji girtîgehan derdiekvin. Ji kerema xwe bila hemû raya giştî hesas be di vî warî de."    MA / Fethî Balaman