Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin 2022-11-10 12:53:17 AMED - Danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan îro tê dîtin. Ji bo berdana Ozkan, bi hashtaga “#EminÖzkanaÖzgürlük” kampanya hat destpêkirin.    Danişîna doza girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan îro tê dîtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ozkan, bi îdiaya kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Mîrlîwa Bahtiyar Aydin ku di 22’yê cotmeha 1993’yan de hatibû kuştin tê tawanbarkirin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn. Ji bo berdana Ozkan, li ser Twîtterê bi hashtaga “#EminÖzkanaÖzgürlük” kampanya hat destpêkirin.    Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes tev li kampanyayê bûn û li ser hesabên xwe yên Twîtterê hashtag parve kirin û daxwaza berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan kirin.