Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan 2022-11-10 14:16:11   ŞIRNEX - Hat zanîn ku lêçûnên projeya pirê ya ku di nava 5 salan de qeyûmên Şaredariya Cizîrê 3 caran daye îhaleyê û 2 caran revîze kiriye, 104 milyon lîre derbas kir.   “Porjeya Pirê” ku qeymeqam Faîk Arican ê di 20’ê tebaxa 2017’an de weke qeyûm li Şaredariya Cizîr a Şirnexê hatibû tayînkirin dabû îhaleyê, veguheriye çîvanokê. Her qeyûmê nû li şaredariyê hatiye tayînkirin, projeya behsa xeberê weke “Projeya prestîjê” bi nav kir û da îhaleyê. Lê belê ev proje bi tu awayî nehat temamkirin.    ÎHALEYA EWIL   Faîk Arican ku dema cîgiriya Waliyê Dîlokê dikir weke qeyûm li Şaredariya Cizîrê hatibû tayînkirin, bi “Meclisa” ji kesên tayînkirî pêk tê re biryar da ku li ser Çemê Dîcleyê pireke ji 11 çavan pêk tê ya ji kevir çêbike. Navê Îsmaîl Ebulîz El Cezerî li pirê hate kirin û dihat payîn ku pir bi dirêjiya 348 mîtroyan be. Di sala 2017’an de bi bihayê 25 milyon lîreyan da îhaleyê û di sala 2018’an de jî dest bi çêkirina wê hat kirin. Şîrketa Anonîm a Sotemenî, Veguhestin, Înşaet, Turîzm û Bazirganiyê ya Egecan û Înşaeta Pek-Er, demekî kin piştre bi hinceta ku heqdestê xwe wernagirin xebat dan sekinandin.    HER KU ÇÛ ZÊDETIR BÛ   Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî bi dest xist. Rêveberiya HDP’ê tevî deynê ku qeyûm li pey xwe hiştî jî xwest projeyê bidomîne. Lê belê hevşaredarên HDP’î di 29’ê cotmeha 2019’an ji peywirê hatin girtin û Qeymeqamê Cizîrê Davût Sînanoglû weke qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm Sînanoglû, proje revîze kir û biryar da ku dest bi “Pira Betonê” bikin. Di dema Sînanoglû de îhaleyeke nû hat kirin û bi bihayê 48 milyon û 951 hezar û 228 TL’an dan heman fîrmayan.    BAXÇEYÊ MILET LI SER HAT ZÊDEKIRIN   Cihê Sînanoglû hat guherandin û di 21’ê tebaxa 2021’an de li şûna wî Mehmet Tûnç hat tayînkirin. Bi vê yekê re bi hinceta “teserûfa darayî” proje hat sekinandin. Qeyûm Tûnç, piştre heman proje dîsa da ber îhaleyê û bihayê wê derxist 57 milyon TL’an. Îhaleya sêyemîn jî dan heman fîrmayê. Her wiha navê projeyê jî weke “Pira hilawistî” hat guherandin.    Her ku qeyûm guherîn, lêçûnên pirê jî zêdetir bûn. Di 12’ê tebaxê de îcar li şûna Tûnç, Nazli Demîr hat tayînkirin. Demîr, ferman da ku proje di zûtirin demê de bi dawî bibe. Vêcarê jî “Baxçeyê Milet” li projeyê hat zêdekirin. Ji bo “Baxçeyê Milet” û çendek xebatên din, lêçûnên projeyê ji 57 milyonan derxistin 104 milyon û 50 hezar û 553 lîreyan.    Şîrketên ku projeyê birêve dibin da zanîn ku di dîrokên cuda de heta niha bi giştî 39 milyon û 484 hezar û 50 TL heqdestê wan hatiye dayîn û ji ber xebatên pêvek jî dê lêçûnên îhaleya bi 104 milyonan lîreyan hêj bêhtir bên zêdekirin.