Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome 2022-11-10 14:26:00   RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 612’emîn de didome.    Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 612’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li nobetê nebû lê kurê wê Ferît Şenyaşar nobet domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya Heq û edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 612’emîn de bênavber berdewam dike.”