Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir 2022-11-10 15:44:15 EDENE – Danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, hat lidarxistin. Şandeya dadgehê bi hinceta ku xwe li benda encama Doza Liceyê bigirin, biryara berdanê neda. Her wiha Ozkan pêşniyara ATK’ê ya ji bo Girtîgeha Tîpa R jî qebûl nekir.    28’emîn danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku bi îdiaya kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Mîrlîwa Bahtiyar Aydin ku di 22’yê cotmeha 1993’yan de hatibû kuştin tê tawanbarkirin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Ozkan, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tevî parêzerê xwe Serdar Çelebî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Mehtap Sert, ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Zelal Demîray, Sevîl Araci û Yakûp Ataş û Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş di danişînê de amade bûn.    Dadgehê da zanîn ku di rapora Lijneya Îhtîsasa 3’yemîn a Stenbolê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) de ji bo Ozkan Girtîgeha Tîpa R hatiye pêşniyarkirin lê belê Ozkan bi daxwaza xwe ev pêşniyar red kiriye. Di raporê de tê destnîşankirin ku Ozkan dikare bi tena serê xwe bijî û di girtîgehê de bimîne.    OZKAN: EZ FÊM NAKIM Û NABIHÎSIM    Ozkan, xwest li dijî rapora dadgehê biaxive û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê got: “Ez fêm nakim, deng nayê, nabihîsim.”    'NIKARE SEXBÊRA XWE BIKE’   Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku di dosyaya jinûvedarizandinê de ku sala 2014’an dest pê kir êdî dixwazin biryarek were dayîn û wiha got: “Doza Liceyê ku li Îzmîrê têkiliya xwe bi miwekîlê min nîne. Miwekîlê min teqez ev sûcdariyên li wî tên kirin, nekirine. Her wiha rapora ATK’ê jî raporeke zanistî nîne. Miwekîlê min nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Miwekîl3e min nikare bo Tîpa R bi tena serê xwe rêwîtiyê bike. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne lewma malbata wî qebûl nekir. Ji ber vê sedemê jî rawestandina înfaza wî tiştekî wijdanî û hiqûqî ye.”    'ZANISTÎ NÎNE’   Parêzerên din jî destnîşan kirin ku rapora ATK’a Stenbolê ku dibêje; ‘Ozkan dikare di girtîgehê de bimîne” raporeke zanistî nîne. Parêzeran, destnîşan kir ku pêvajoya dêj a darizandinê ku ji 2014’an ve didome, binpêkirina darizandina adilane ye û xwestin ku înfaza Ozkan bê rawestandin.    DAXWAZA RAWESTANDINA ÎNFAZÊ HAT REDKIRN   Şandeya dadgehê daxwazên ji bo berdana Ozkan red kir û biryar da ku xwe li benda encama Doza Licê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê tê dîtin bigirin. Her wiha dadgehê destnîşan kir ku heke Ozkan pêşniyara çûyîna Girtîgeha Tîpa R qebûl bike, dê ji ATK’ê raporeke nû were standin û danişîna dozê taloqî 28’ê sibatê kir.