Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin 2022-11-11 09:06:18   WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku bi têlên hesin girtina paceyên hucreyên yekkesî yên Girtîgeha Dûmlûyê binpêkirineke giran a mafê mirovan e û wiha got: "Armanca vê pêkanînê rûxandina cîhana hundirîn a girtiyan e."     Li Girtîgeha Dûmlûyê ya li navçeya Yaqûtiyeyê ya Erziromê paceyên hucreyên yekkesî bi têlên hesin tên girtin. Ji ber vê girtiyên ku rojê 23 saetan di hucreyên yekkesî de ne tavê nabînin. Heya niha ev tişt li gelek qawîşan hatiye çêkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bi vî awayî derûniya girtiyan hedef digire.   Karataş bilêv kir ku ev pêvajo berdewamiya pêvajoya salên 1980'yî ye ku girtî dihatin kuştin û îşkencekirin û bi binpêkirinên mafan re rû bi rû diman.    QANÛNA DESTÛRA BINGEHÎN Û PEYMAN TÊN BINPÊKIRIN   Karataş ku bi têlan girtina paceyên hucreyên Girtîgeha Dûmlûyê nirxand, destnîşan kir ku ev pêkanîn berdewamiya binpêkirinên ku zêdetirî 40 sal in didome bi xwe ye û wiha got: "Tew li girtîgehên Tîpa S'yê cama hewadariyê jî tune ye. Anku her ku diçe girtiyan hîn bêtir ber bi binpêkirinên giran ve dehf didin. Demildest divê ev girtîgeh bên girtin. Ji lew re, ev girtîgeh hem qanûna destûra bingehîn hem jî peymanan binpê dikin."    POLÎTÎKAYA RÛXANDINÊ   Bi domdarî Karataş destnîşan kir ku li girtîgehan bi şert û mercên fîzîkî û derûnî mafên bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin û got ku ev xwe dispêrin hin 'hincetên' siyasî û dîrokî. Karataş, bilêv kir ku bi vî awayî armanc rûxandina cîhana hundirîn a girtiyan e û wiha axivî: "Vê yekê jî bi binpêkirina mafên bingehîn dikin. Ev polîtîka bi temamî bi zanebûnî tên kirin."   'JI BO CIVAKEKE DEMOKRATÎK…'   Di berdewamê de Karataş diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi kêfî tevdigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rêveberiya girtîgehê û yên di qademeya binî de bi vî awayî sûc dikin. Li gorî qanûna ceza tirk, kirina bi vî awayî ya rêveberan sûc e. Ev pêkanîn dijî rûmeta mirovahiyê ne muameleyeke xirab e. Ev sûc, nakevin ber demboriyê. Ji bo dawî li van pêkanînên li dijî girtiyan bê, saziyên cemaweriyê, saziyên civaka sivîl berpirsiyariya dikeve ser milê wan bikin. Girtîgeh, demokratîkbûyîna welatan nîşan didin. Ev girtîgehên ku ev qas mafan binpê dikin, asta demokrasiya li Tirkiyeyê nîşan didin. Ji bo xwegihandina civakeke demokratîk, divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji holê bên rakirin."