Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me! 2022-11-11 10:26:10     ENQERE - Welatiyê bi navê Silêman Şêxo ku di sala 2004’an de li Sêrtê hat binçavkirin û piştre hat girtin, nameyek şand û wiha got: “Îdia kirin ku ez Mihemed Ehmed im û cezayê muebbetê dan min. Ez Silêman Şêxo me û li ser navê kesekê din ev 18 sal in girtî me.”    Welatiyê bi navê Silêman Şêxo di sala 2004’an de li Sêrtê hat binçavkirin. Ji ber ku bi tirkî nedizanî, li qereqolê hemû ewraqên li pêşiya wî hatine danîn îmze kirin û bi navê Mihemed Ehmed cezayê muebbetê lê hat birîn. Silêman Şêxo ku li Girtîgeha Tîpa T a Balikesîrê name şand û serpêhatiya xwe vegot.    NEKARÎ BI KESEKÎ BIDE BAWERKIRIN   Şêxo, got ji ber ku navê wî yê rast nayê qebûlkirin, nikare bi navê xwe nameyê jî binivîse û wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Ji ber ku nikarim navê xwe bidim qebûlkirin, ev 18 sal in li ser navê kesekê din di girtîgehê de me. Heke bi serê min xwe nehatibûya, dê min bigota xeletiyeke wiha ya tirsnak tenê di fîlm û romanan de dibe. Nebê di jiyanê de jî dibe. Ji ber ku ez bi xwe dijîm. Mirov zû bi zû jê bawer nake lê dikim û nakim nikarim bi tu saziyên fermî bidim bawerkirin ku ez li ser navê kesekê din di girtîgehê de têm ragirtin.    BÊYÎ WERGÊR EWRAQ ÎMZE KIRIN    Ez li gel qasibkarekî sûriyeyî li Sêrtê hatim binçavkirin. Ji bilî kurdî û erebî min tu ziman nedizanî. Di dema binçavkirinê de piştgiriya wergêr û parêzer nehat dayîn. Di kêliya binçavkirinê de ji tirsan min her ewraqa anîne pêşiya min, îmze kilr. Min bi naveroka wan nedizanî lê gelek ewraq îmze kirin. Piştî 5 rojên binçavkirinê jî birin dadgehê. Min wergêrek xwest û bi saya wî haya min jê çêbû bê ka di ewraqên bi min dayîn îmzekirin de çi heye. Di wê navberê de bi tiştekî din jî hîn bûm. Nebêje navê min Mihemed Ehmed e û derheqê min de biryara endamtiya rêxistinê heye.    EWRAQA FERMÎ WEKE DELÎL QEBÛL NEKIRIN    Di dadgehê de min biisrar got ku ez Mihemed Ehmed nînim û navê min Silêman Şêxo ye. Tevî vê yekê jî hatim girtin û şandina Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Pêvajoya darazê zêdetirî 3 salan domiya. Di vê navberê de bi awayekî girtî hatim darizandin. Di her rûniştinê de bi tawaneke xelet hatim sûcdarkirin. Min bi israr jê re got ku navê min ê rast Silêman Şêxo ye. Heta di danişînekê de bavê min ê ji Sûriyeyê hatibû jî tev li bûbû. Bi xwe re tabloya malbatê ya ji hêla Midûriyeta Nifûsê ya Komara Ereb a Sûriyeyê ve hatiye erêkirin anî bû. Ev belge û îfadeyên bavê min bi awayekî fermî hatin qeydkirin. Tevî delîl û îfadeyan jî pêvajoya darazê li dijî min biencam bû. Piştî pêvajoya darizandina ya 3 salan, cezayê muebbetê li min hat birîn. Ev ceza 2 sal piştre ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.    DAXWAZA ÎHD’Ê QEBÛL NEKIRIN   Ev 18 sal in li ser navê kesekê din girtî me. Di nava van 18 salan de li 6 girtîgehên cuda hatim sirgûnkirin. Min, trajediyek jiya. Ji bo ku tiştên bi serê min hatine bikarim vebêjim, xwendin û nivîsandina bi tirkî hîn bûm. Di vê pêvajoyê de min hewl da gelek caran derdê xwe bi wezareta dadê û saziyên din re vebêjim. Min ji dadgeh, dozgerî û saziyên din re name şandin. Lê min nekarî derdê xwe ji tu kesekî re vebêjim. An jî kesekî nexwest li derdê min guhdar be. Têkildarî mijarê min di sala 2020’an serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. Piştî serlêdana min, ÎHD’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da û xwest ku tiştên min di daxwaznameya xwe de destnîşan kirine vekole. Lê belê serdozgerî bêyî ku lêkolînê bike, bêyî ku li îfadeyên min ên li dadgehê binêre, bêyî ku ewraqên fermî yên ku aşkera dikin ku ez ne Mihemed Ehmed lê Silêman Şêxo me bineêre, bêyî ku li îfadeyan binêre, di 15’ê îlona 2022’yan de biryar da ku hewcehî bi teqîbatê nîne. Vê jî hêviyên min bi tevahî têk bir.    VEGUHERÎ DRAMÊ   Ev 18 sal in weke Mihemed Ehmed têm ragirtin. Min û navê min qebûl nakin. Ez penaberekî ji rêzê me ku min xwe spartiye vî welatî. Lê çend heyf ku ev 18 sal in li ser navê Mihemed Ehmed di girtîgehê de me. Ez ji xwe, ji temenê xwe, ji malbata xwe û ji cihê lê dayik bûme piştrast im. Dixwazim ku êdî ji vê xeletiya ku veguheriye îşkence, hovîtî û drama insanetiyê vegerin. Ji bo ku êdî ev îşkence nedome hewl didim. Li holê xeletiyeke mezin heye û heke bê xwestin, dikarin bi awayekî pir hêsan çareser bikin.    BILA LI DNA’YÊ BINÊRIN   Di sala 1984’an de li Kobanê ji dayik bûm. Navê min Silêman e. Navê bavê min Îsmaîl û yê dayika min Eyşe ye. Kesê bi navê Mihemed Ehmed ku ev 18 sal in li ser navê wî di girtîgehê de têm ragirtin, bi qasî ku hîn bûme ji Dêrik a Hesekê ye. Di sala 1977’an de ji dayik bûye û navê bavê wî Mehmûd û yê dayika wî Fatma ye. Di navbera me de pir sal ferq hene. Ji bo ku rastî derkeve holê tenê li ewraqên fermî binêrin bes e. Rêyeke din a derxistina rastiyê heye kıu ew jî daneberhev a DNA’yê ye. Heke DNA ya min û ya ji kesekî ferdê malbata min bidin berhev, dê rastî aşkera bibe. Jixwe qismekî malbata min weke penaber li Tirkiyeyê dijîn. Ev jî ji bo bicihanîna vê daxwaza min pêkan dike.    EZ SILÊMAN ŞÊXO ME!   Ji ber ku dadgeh û wezaret navê min ê rast qebûl nake, malbata min nikare bê serdana min. Nikarim li ser telefonê jî bi wan re xeber bidim. Ji ber ku di ewraqên fermî yên dişînin de weke malbata min xuya nakin. Tiştekî hêsan nîne, ev 18 sal in li ser navê kesekê din di girtîgehê de me. Nizanim bê ka ev zilm dê heta kengî bidome. Min serî li her rêyekê da lê tiştek neguherî. Tu saziyan navê min ê fermî qebûl nekirin. Hemû derî li ser min hatin girtin. A rast dixwazim bi qasî ji min tê biqîrim û bibêjim; ‘Ez Silêman Şêxo me!’ Heke wiha bikim, belkî guhên ku min nabihîsin hinek bibîhisin. Lê bawer bikin ku baweriya min bi vê jî nayê. Ji ber ku di nava van 18 salan de min hêviya xwe yek bi yek winda kir.”