'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire' 2022-11-11 11:42:07 AMED - Duh danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, hat dîtin. Şandeya dadgehê bi hinceta ku xwe li benda encama Doza Liceyê bigirin, biryara berdanê neda. Keça Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan bertek nişanî vê biryara dadgehê da û wiha got: "Dixwazin bavê min di girtîgehê bimire û doza Lîcê bê girtin."   28’emîn danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku bi îdiaya kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Mîrlîwa Bahtiyar Aydin ku di 22’yê cotmeha 1993’yan de hatibû kuştin tê tawanbarkirin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, duh li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Ozkan, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tevî parêzerê xwe Serdar Çelebî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Dadgehê da zanîn ku di rapora Lijneya Îhtîsasa 3’yemîn a Stenbolê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) de ji bo Ozkan Girtîgeha Tîpa R hatiye pêşniyarkirin lê belê Ozkan bi daxwaza xwe ev pêşniyar red kiriye. Di raporê de tê destnîşankirin ku Ozkan dikare bi tena serê xwe bijî û di girtîgehê de bimîne. Şandeya dadgehê daxwazên ji bo berdana Ozkan red kirin û biryar da ku xwe li benda encama Doza Licê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê tê dîtin bigirin. Her wiha dadgehê destnîşan kir ku heke Ozkan pêşniyara çûyîna Girtîgeha Tîpa R qebûl bike, dê ji ATK’ê raporeke nû were standin û danişîna dozê taloqî 28’ê sibatê kir.    OZKAN: EZ FÊM NAKIM Û NABIHÎSIM    Ozkan, ê bi rêya SEBGÎS'ê tev li danişînê bûbû, xwestibû li dijî rapora dadgehê biaxive û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê wiha gotibû: “Ez fêm nakim, deng nayê, nabihîsim.”    ‘DIXWAZIN BAVÊ MIN LI GIRTÎGEHÊ  BIMIRE’   Keça Ozkan, Selma Ozkan, bertek nişanî biryara dadgehê da û ev tişt gotin: “Êdî tiştek nîne ku ji bo berdana bavê xwe bêjim. Hemû tişt me anî ziman. Dixwazin cenazeyê bavê min ji girtîgehê derkeve û li ser bûyera Licê bi temamî bê girtin. Êdî dunya ji dizane ku têkîliya bavê min tune ye. Ji bo bavê min êdî gotin qediya ye.”