‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’ 2022-11-11 11:52:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Serbilind Dêrsim ê HPG’î diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe de herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne û wiha got: “Gaza klorê li qada şer tê hilberandin.”    Ji 17’ê nîsana heta niha Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Di nava van 6 mehên şer de heta niha Tirkiyeyê nêzî 3 hezar caran çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama êrişên bi çekên kîmyewî de heta niha 44 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Dr. Serbilind Dêrsim ê HPG’î têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û da zanîn ku di dema muayeneyekirina kesên ji gazên kîmyewî bandor bûyîn de ferq kirin ku gazên mirovan dixeniqînin hatine bikaranîn.    Dr. Sebilind Dêrsim diyar kir ku di navbera wan û dewleta tirk de zêdetirî 40 sal in şerekî giran heye û wiha got: "Di “ salên dawî de hêj girantir bû. Di nava 2 salên dawî de jî em li dijî çekên kîmyewî têdikoşin. Artêşa tirk xitimî ye û li dijî gerîla têk diçe. Bikaranîna çekên kîmyewî jî nîşaneya vê ye. Bi vê yekê re peymanên navneteweyî û nirxên mirovahiyê binpê dike. Bi balafirên şer bombeyên bi tonan dibarînin, bi helîkopteran êriş dikin û 24 saetan balafirên bêmirov li ser serê me ne. Her wiha bi tank û topan êriş dikin. Lê dîsa jî pê qayîl nabin û leşkerên xwe yên ‘kumik sor’ xistin dewrê. Vê jî têrî nekir, çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê xistin dewrê. Li dijî van, hêzên me yên bi tevger bi fedekarî li ber xwe dan û derbên giran lê dan. Lewma dijmin bêçare ma ye û serî li çekên kîmyewî dide.”   ‘NE ARTÊŞ MA YE NE JÎ ŞEREF’    Têkildarî îdiayên Tirkiyeyê ku dibêje ‘me çekên kîmyewî bi kar ne anîne’ jî Dêrsim ev tişt anî ziman: “Mixabin 17 hevalên me ji ber êrişên bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Çawa ku ev bû rojev, dewleta tirk kete nava tirsê û înkar kir. Qaşo hinek kesên pispor derxistin ser medyayê gotinên weke ‘artêşa tirk artêşeke bişeref e û çekên kîmyewî bi kar nayîne’ pê dan gotin. Em naxwazin ji şerefa kesekî re tiştekî bibêjin lê belê di vî şerî de ne artêş û ne jî şerefa wan ma ye. Yên ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitînin, di zinaran de diavêjin û bi balafirên bombebaran dikin, nikarin qala şerefê bikin. Dibêjin; ‘madem em çekên kîmyewî bi kar tînin, wê demê çima leşker cilên parastinê li xwe nakin?’ Hewcehî bi cilên parastinê nîne ji ber ku ew teqemenî xistine nava kapsulê û kirine cebilxane. Tenê bi funyeyekê yan jî mekanîzmayeke teqandinê dikare biteqe. Ji bo bikaranîna vê jî pêwîstî bi kincekî parastinê nîne. Jixwe di dîmenan de aşkera tê dîtin. Cebilxane ji dûr ve di deriyê tûnelan de tên teqandin û gazê dişînin hundir.”    ‘GAZÊ LI QADA ŞER AMADE DIKIN’   Bi domdarî Dêrsim anî ziman ku li gorî daneyên ji qadên şer ên ber destê wan, miayeneyên ku tev li bûne û yên ku gerîlayan dayîne wan, artêşa tirk piranî gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne û wiha pê de çû: “A herî diyar jî gaza klorê ye. Vê gazê li qada şer amade dike. Li qada şer gelek made hatin bidestxistin ku ji wan asîta hîdroklorîk e ku li malan bi giranî weke malzemeya paqijiyê tê bikaranîn. Di heman demê de dermanê şuştinê, ev jî asîta Sodyûmhîpoklorît e. Di herdu madeyên asîtê de klor hene. Dema ku ev herdu made li nava hev dikeve hingî dibe gaza bi klor ku mirovan difetisîne, çav û qirikê dişewitîne. Ev yek yekser dibe kîmyasalek ku mirovan difetisîne, her wiha dikuje. Dibêjin, di envantera me de gazên kîmyewî nînin lê ew bi xwe li qada şer hildiberînin. Her wiha hin ji van bi rêya lûleyan dişînin nava tunelên şer. Ev hemû bi dîmenan hatine îspatkirin.   DU CUREYÊN KÎMYASALÊ    Gaza ku bandor li ser hevalê me şehîd Baz Mordem kir jî gazeke bi vî rengî ye. Em ji vê yekê fêhm dikin; zerara ku li cegera hevalê me kir, nîşan dide ku gazeke bi vî rengî ya fetsîner e. Ji ber ku ji devê hevalê me avek bi rengê sor, pembe û qehweyî dihat. Eşkere bû ku ev av ne ji ber verişînê bû, ji ceger bi xwe hatibû. Em karin vê bi zelalî bibêjin.   Gaza li ser hevala me şehîd Helbest Koçerîn hatiye bikaranîn jî gaza narkotîkê ya ji kategoriya gaza xistina kapasîteyê ye. Di nava van de gazek bi koda BZ 'Buzz 15' heye. Her wiha dibe ku yek ji madeyên narkotîkê LSD jî heye. Dema ku ev made bi rengê gazê tê amadekirin, hingî dibe madeyeke kujer. Yek ji gazên li hemberî me hatin bikaranîn ev bû. Bêguman hîn cureyên cuda yên gazên narkotîkê jî hene. Mîna cureyên fentanîl. Naxwazim zêde qala detayên teknîkî bikim, lê belê ev gaz çi bi mirovan dike? Mirov ji xwe hişê xwe diçe, welê li mirovan dibe ku nikare şer bike. Ya ku bandor li hevala me Helbest kir jî kîmyasaleke bi vî rengî bû. Heval bi bandora kîmyasalê ji ser hişê xwe çûbû, mîna ku halusînasyon derbas kir. Nêzîkatiyên ku di jiyana rojane de qet nedikir, nîşan dida. Kêfxweşiyeke zêde, yan jî xemgîniyeke zêde. Vê yekê bi şênberî nîşan dida ku gazeke ji madeya narkotîkê ya bi wî rengî bandor lê kir.”   BANGA LÊKOLÎNKIRINÊ LI RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Dêrsim, axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk dibêje qey dê bi çekên kîmyewî encamê bi dest bixe. Tevî bêderfetiyan jî tevdîrên hevalên me hene. Li cihên ku derfet lê tuneyî şehadet çêdibin. Hevalên me jî tevî her cureyên êrişan derbên giran li dijmin didin. Em karin bibêjin ku artêşa tirk di nava têkçûnê de ye. Her wiha dewleta tirk van kîmyasalan bi tena serê xwe çênake. Beşek ji van kîmyasalan ji welatên NATO'yê peyda dike. Mînak, gaza ku çavan dişewitîne a bi koda CS’ê ji Ingilistanê peda dike. Bi delîlan îspat bûye ku artêşa tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Lewma em bang li saziyên serbixwe û rêxistinên navneteweyî dikin ku li qadên me lêkolînê bikin. HPG ji her alî ve derfetan dide. Bila bên û li qadên şer, li tunelên şer lêkolînê bikin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin.”