Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir 2022-11-11 14:47:49   AMED - Komîsyona Rektoriya Zanîngeha Amedê têkildarî çalakiyên xwendekaran û daxwaza wan civiya. Civîn biencam bû û biryar hat dayîn ku cihê fakûlteyê were guherandin. Xwendekaran bertek nîşanî biryarê dan.   Çalakiya xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ku li dijî guherandina cihê fakûlteyê hatibû destpêkirin, di roja 12’an de didome. Endamên Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran. Di çalakiyê de xwendekaran gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedan serbikevin” û “Ne rektor ne jî polîs mil bide milê xwendekaran” hatin berzkirin.    Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê têkildarî daxwaza xwendekaran civiya. Lê belê ji civînê encameke erênî derneket û biryar hat dayîn ku cihê fakûlteyê yê niha were valakirin û veguhêzin cihê nû. Xwendekaran jî bertek nîşanî biryarê dan. Xwendekaran da zanîn ku dê derheqê çalakiya xwe de sibe bicivin û biryarê bidin.    ‘REKTOR JI ME DITIRSE’   Xwendekaran diyar kir ku guherandina cihê fakûlteya tiştekî ji rêzê nîne û mijara behsa xeberê rant e. Bi domdarî xwendekaran destnîşan kir ku rektorê zanîngehê Mehmet Karakoç ji çalakiya wan ditirse lewma jî hejmareke zêde ya polîsan anîne ber zanîngehê. Xwendekaran, wiha got: “Em li vê derê bi bîr, çand û zanebûna xwe ya bi salan li ser pêyan bûn. Me li pêşiya fakûlteya hiqûqê seknekî polîtîk nîşan da. Mehmet Karakoç ê ku li meqamê rektoriyê rûdine divê baş bizane ku em ê li dijî her biryareke bêyî xwendekaran tê dayîn bisekinin.”