Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin 2022-11-11 15:02:01   RIHA - Ferît Şenyaşar di Nobeta Edaletê de axivî û anî ziman ku ji ber kesên êrişî wan kirine bi awayek adîlane nehatin darizandin 2 kesên din jî kuştin.    Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 613’an de berdewam dike. Dayîk Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê û bi vekirina pankarta li ser “Edalet” dinivîsand çalakiya xwe domandin.    ‘DÊ QETLÎAM BIDOMIN’   Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û têkildarî kuştina 2 kesên li Pirsûsê hatine qetilkirin wiha got: “Edalet daxwaza hevpar a hemû kesên ku dixwazin wek mirovane bijîn e. Ji ber ku adîlane nehatin darizandin, kesên li Pirsûsê me qetilkirine ji malbateke din 2 kesên din jî qetil kirin. Her ku ev zilm bidome dê qetlîamên nû pêk bên.”   Şenyaşar bang li rayedaran kir û ev tişt gotin: “Êdî vê dayikê bibînin. Bêhiqûqî û bêedaletiyek vekirî li holê ye. Kesên ku qetlîamê pêkanîne diyar in. Kî qetlîamê diparêzin diyar e. Êdî rastî aşkera ye. Em dixwazin ev yek bê vegotin.”