Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome 2022-11-11 15:09:12   ENQERE – Çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome. TMMOB’ê di çalakiyê de diyar kir ku endamên wan ên hatine girtin ji ber ku berjewendiyên gel diparastin lewma hedef hatin nîşandan.    Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) li dijî derhiqûqiya di Doza Geziyê de Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Di roja 200’an a Nobeta Edaletê de li Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tarîtî diçe Gezî dimîne, em li dijî girtinên derhiqûqî di Nobeta Edaletê de ne” hatibû vekirin.    Di daxuyaniyê de Sekreterê Lijneya Koordînasyona Enqereyê yê TMMOB’ê Seyît Alî Korkmaz axivî û wiha got: “Nobeta me 200 roj li pey xwe hişt. Endama Lijneya Rêveberiya TMMOB’ê Mucella Yapici, Endamê Lijneya Rûmetê ya Odeya Plansazên Bajar Tayfûn Kahraman, Parêzerê Odeya Avahîsazan Can Atalay jî di nav de 7 kes ev 200 roj in girtî ne. Osman Kavala jî 937 roj in girtî ye.  Parastina her tiştên aîdî gel, peywira sereke ya plansazên bajar, endezyar û avahîsazan e. Parka Geziyê jî yek ji wan e. Di hezîrana 2013’an de em ne tenê ji bo qadên cemaweriyê lê li dijî polîtîkayên zextê û binpêkirina mafên bingehîn û azadiyê jî têkoşiyan. Desthilatdarî hewl dide di şexsê hevalên me de Geziyê û daxwaza bi milyonan mehkûm bikin. Cezayên hatine birîn, cezayên siyasî ne.”    Serokê Lijneya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz jî got ku hevalên wan dema peywira xwe pêk dianîn hatine girtin û wiha bi dawî kir: “Hevalên me hedef hatin girtin û ji ber ku peywira xwe pêk anîn lewma hatin girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hevalên me di demekî herî kin de bên berdan.”