Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin 2022-11-11 15:40:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku li bajarên rojhilatê Kurdistanê 67 kes hatine qetilkirin û herî kêm 775 kes jî hatine binçavkirin.    Bi qetilkirina jina kurd a ciwan Jîna Emînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, di 16ê îlonê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî dest pê kiribûn. Çalakî hêj bênavber didomin. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê ya 55 rojan parve kir. Di raporê de hat gotin ku di çalakiyên 55 rojan de li rojhilatê Kurdistanê 130 jê jin bi giştî herî kêm 775 kes hatine binçavkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku dibe hejmara rast a binçavkiriyan pir zêdetir be.    HÛRGILIYÊN RAPORÊ   Bi domdarî di raporê de ev tişt hatin aşkerakirin: “Bernameya hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ku gelan tune dike û qetil dike didome. Van hêzan bi taybet jî piştî qetilkirina Jîna Emînî, ji bajarên Seqiz û Dîwandere yên rojhilatê Kurdistanê heta tevahiya bajarên Îranê, qetilkirin û zextên li ser jinan domandin. Bi taybet jî li hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê gel raste rast ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hedef hatin nîşandan. Li gorî raporên hatine bidestxistin, heta niha 67 kes hatine kuştin û zêdetirî 37 kes jî birîndar bûne.”    Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên muxalîf, heta niha ji 300 heta 550 çalakvan hatine qetilkirin, bi dehhezaran kes hatine binçavkirin û bi hezaran kes jî hatine girtin.