ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-12 09:00:19   * Di ser qetilkirina 283 zarokên kurdan ên li Sînemaya Amûdê hatin qetilkirin 62 sal derbas bûn. Mihemed Alî ku bi birîndarî ji şewatê xelas bûbû, diyar kir ku di dema şewatê de deriyên sînemayê hatine girtin û got: "Ji bo Amûdê roja reş bû."    * Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Mûtlûyê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, her diçe xirabtir dibe. Mûtlûyê ku 25 sal in girtiye nikare bi tena serê xwe bijî. Dêya wî Emîş Mûtlû ku 9 sal in nikare biçe kurê xwe bibîne got: "Ne pêkan e li wir bijî. Wî berdin."    * Pêkhateyên "Meşa Mirovahiyê" diyar kirin ku di meşê de daxwaza azadiyê û lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî berbiçav bûye û gotin: "Wê meşê hêviyeke mezin da berxwedanê. Lewma divê em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilindtir derxînin."    * Parlementera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dîler ku der barê kampanyaya îmzeyan a ji bo sekinandina êrişên Tirkiyeyê de axivî, wiha got: "Armanca me ew e ku em kampanyayê li çar perçeyan bidin destpêkirin. Heta qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li ber Tirkiyeyê neyê girtin, em ê xebatên xwe bidomînin."   * Kovara Destarê ya wêjeyî bi hejmara xwe ya 6’an a demsala payîzê derket pêşberî wêjehez û kurdîhezan.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 614'emîn de berdewam dike.    * 25. Kongreya Stargeh û Şêwirmendiya Jinan/Navenda Hevgirtinê dê li Otela Green Park a Sûrê bê lidarxistin. (10.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Erziromê; Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî wê li Mêrdînê serdanên xwe bidomînin. (11.00-13.00) ZINDÎ     * Xizmên windayan dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar bixin (12.00) ZINDÎ.    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin dê di hefteya 919’emîn a çalakiya xwe de li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)    * HDP, wê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûmên li Şaredariyên Hezro û Yenîşehîrê li ber avahiya HDP’a Yenîşehîrê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Rêxistinên jinan û TJA wê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Stenbol, Wan û Şirnexê starta çalakiyan bidin. (13.00-14.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sûmerbanka berê ya Konakê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî çalakiya "Rûniştina F" li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)    * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)    * Meclisa Jinan a HDP'ê wê li navenda TUM BEL-SEN'ê panela bi navê "Jin li ser şer diaxivin" li dar bixe. (15.00)