283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê 2022-11-12 09:02:11   RIHA - Di ser qetilkirina 283 zarokên kurdan ên li Sînemaya Amûdê hatin qetilkirin 62 sal derbas bûn. Mihemed Alî ku bi birîndarî ji şewatê xelas bûbû, diyar kir ku di dema şewatê de deriyên sînemayê hatine girtin û got: "Ji bo Amûdê roja reş bû."    Di 13'ê Mijdara 1960'î de, li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 283 zarokên kurd li Sînemaya Amûdê şewitîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Li hêwana sînemayê ya kapasîteya wê 120 kes bû piranî jê kurd 500 zarok hatibûn bicihkirin. Fîlmê Cerîmet Nîsîf el-Leyl (Sûcê nîvê şevê) yê behsa Şoreşa Cezayîrê dike hatibû nîşandan. Piştî nîv saetê fîlm qediyabû agir bi dawiya perdeya sînemayê ketibû û di demeke kurt de li tevahiya hêwanê belav bûbû. Her wiha her du deriyên derketinê yên sînemayê jî hatibûn girtin. Piştî demekê avahiya sînemayê rûxiyabû. Di şewatê de 283 zarok ên temenê wan di navbera 8-14 salan de jiyana xwe ji dest dabûn.    Hatibû diyarkirin ku armanca vê şewatê, li Sûriyeyê jiholêrakirina gelê kurd bûye û ji ber vê yekê rejîmê der barê şewatê de lêpirsîn jî nekiriye.   RÊVEBIRIYA XWESER: ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ   Piştî salan li dewsa sînemaya şewitî Parka Baxçeyê Pakrewan hat çêkirin û li baxçe peykerê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ku di dema komkujiyê de zêdetirî 10 zarokan ji şewatê xelas kiriye yê bi zarokan re tê dîtin hate bicihkirin.     Ji ber vê karesata mezin hê jî li Amûdê sînema tune ye û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kesên di sînemayê de jiyana xwe ji dest dane wekî "Şehîdên Şoreşê" qebûl kirine.    ‘DERÎ NEHATIN VEKIRIN'   Ji şahidên bûyerê Mihemed Alî ku wê demê zarok bûye û bi saxî ji şewatê xelas bûye, behsa karesata li sînemayê kir. Elî anî ziman ku ji bo Şoreşa Cezayîrê fêm bikin ew birine sînemayê û wiha got: "Sînema dihat naskirin. Dîwana wê hebû. Bi texteyan hatibû çêkirin. Em li ser kursiyan rûniştibûn. Zarokên biçûk jî li erdê rûniştibûn. Me li fîlm temaşe dikir. Ji nişka ve ciwanekî xwe ji jorê avêt erdê û got 'agir bi sînemayê ket.' Paşê her kes ber bi deriyan ve meşiya, lê derî venebûn."    ‘DEST Û PÊYÊN MIN ŞEWITÎN'   Elî diyar kir ku di sînemayê de dikaneke biçûk hebûye û wan xwe li wir girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di demeke kurt de agir bi her derî ket. Agir heya ber derî hat. Gava agir bi her derî ket ên li derve pê hesiyan. Zarokekî ji me jêhatîtir ji hundirê dikanê bi bazdan ber bi derî reviya û xelas bû. Min jî da dû wî û ez jî xelas bûm. Dest û pêyên min şewitîn, ez birîndar bûm."    ‘ROJEKE REŞ BÛ'   Elî destnîşan kir ku komkujiya Sînemaya Amûdê ji bo wan êşeke mezin e û ev tişt gotin: "Gava em behsa sînemayê dikin, hevalên me yên mirin ji bîra me naçin. 283 kes mirin. Her cara salvegera vê komkujiyê tê, agir bi dilê me dikeve. Bi rastî jî rojeke reş bû ji bo Amûdê. Ger ew ciwan sax bûna, Amûdê dê du qatê niha bûna."    MA / Mujdat Can