Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê 2022-11-12 09:02:37   ŞIRNEX - Pêkhateyên "Meşa Mirovahiyê" diyar kirin ku di meşê de daxwaza azadiyê û lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî berbiçav bûye û gotin: "Wê meşê hêviyeke mezin da berxwedanê. Lewma divê em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilindtir derxînin."    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 6'ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” hatibû li dar xistin. Tevî hemû êrîş û astengiyên leşker û polîsan jî girseyê gav paşve neavêtibû û bi berxwedanê meşa xwe li dar xistibû.    Rêxistina HDP'ê, DBP'ê, TJA û TUAY-DER'ê der barê meşê û encamê wê de axivîn.    'DIVÊ EM DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN'   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunçê diyar kir ku di meşê de rihê berxwederî yê cewherî pêş ketiye û wiha axivî: "Di 6'ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî me Meşa Mirovahiyê li dar xist. Ji bo meşê me xebateke meheke dabû pêşiya xwe. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî weke pêkhatiyên Kurdistanî me bernameyeke wiha da pêşiya xwe. Ji Serhed, ji herêma Amed, Çûkûrova û Botanê tevlîbûneke bi hêz çêbû. Me xwest ku em heta ber sînor bimeşin, lê dewleta dagirker destûr neda. Weke hincet jî qedexeya walitiyê nîşandan. Weke çalakiyeke îlegal hat pênasekirin. Dema ku me gav avêt êrîşî girseya me kirin. Lê kesên ku dibêjin, 'me çekên kîmyewî bi kar neanîne' bi wê êrîşê wan bi xwe ev êrê kir. Bi mehan e li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê çekên kîmyewî bi kar tînin. Çalakiya me encam girt. Tevî hemû astengiyan û hêza xwe jî girseyê bersiveke xurt da. Li hemberî wan êrîşan jî sekneke pîroz hat nîşandan. Me meşa rûmetê pêk anî. Bêguman ev tenê têr nake. Ji ber ku hê niha jî li Başûrê Kurdistanê şer berdewam e û çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li her deverî, li her platformê, di her kolanê de divê em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî dengeke bilindtir derxînin. Meşa Mirovahiyê, weke startekê bû. Lê divê mezintir û geştir bibe. Weke sazî û dezgehên pêkhateyên vê herêmê em ê her li kolanê bin û li hemberî sûcê li dijî mirovahiyê em ê dengê xwe bilindtir bikin."    'EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopiyayê Asûman Kulterê jî diyar kir ku daxwaza azadiyê li Tilqebînê bilind bûye û wiha got: "Di serî de ji bo tevlîbûna herêman em spasiya xwe dikin û wan pîroz dikin. Ji ber ku wan berxwedana me xurt kir. Peyama ku me dixwest em bidin, me da. Ji ber ku heger me ew peyam nedana me yê 3'ê rojan çalakiya rûniştinê li dar bixista. Ji ber ku peyam gihîşte armanca xwe, me çalakiya xwe di heman rojê de bi dawî kir. Tevlîbûna meşê pir bû. Li gorî fikra min me berxwedaneke mezin kir. Lê belê ev têra vê tekoşînê û bikaranîna çekên kîmyewî nake. Em dixwazin çalakiyên xwe yên bi vî rengî mezintir bikin. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî ne tiştekî ji rêzê ye. Heta dawiyê em ê tekoşîna xwe mezintir û xurttir bikin. Di vê meşê de, di girseyê de hêrsa sedsalan û bindestiya sedsalana hebû. Çimkî dilê dayikan ev 40 sal in dişewite. Dayik êdî dixwazin ev şer biqede. Li wir her kesî doza aştiyê kir û xwest şer bi dawî bibe. Di vê meşê de me dît ku ev têkoşîn ne ji rêzê ye. Bi gazên xwe, TOMA'yên xwe û leşkerên xwe bi me gav paşve neavêtin. Heta em xewn û xeyalên azadiyê pêk neynin wê tekoşîna me berdewam bibe. Li kuçe û kolanan em ê tekoşîna xwe bidomînin."    'DAXWAZ AŞKEREKIRINA BÛYERÊ YE'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê Ayşe Salgûcakê jî got: "Meşa me baş derbas bû û girseyeke gelek xurt hatibû. Ji her derê tevlîbûn çêbû. Em bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin. Bila bes zarokên me bên kuştin, dilê dayikan bes bê şewitandin. Nehiştin em bimeşin, lê tevî hemû astengiyan jî em meşiyan. Heger çekên kîmyewî bên bikaranîn, divê ku aşkere bikin. Daxwaza me aşkerekirina vê bûyerê ye."   'HÊVIYEKE MEZIN DA BERXWEDANÊ'   Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî anî ziman ku di "Meşa Mirovahiyê" de ruhê gel ê berxwederî pêş ketiye û wiha axivî: "Çawa ku starta meşê hat dayin Walitiya Şirnexê biryara qedexeya çalakiyan da. Lê belê çalakiyên demokratîk mafekî me yê demokratîk e û me got, 'em ê pêk bînin.' Her kesê ku li dijî şer dixwaze dengê xwe bilind bike berê xwe da Xabûrê. Li wir daxwaza her kesî rawestandina şer bû. Êdî gel ji ber vî şerî zehmetiyeke mezin dikişîne. Gel hem ji ber aboriya dewletê, hem ji ber dîplomasiya wê û hem jî ji ber siyaseta wê zehmetiyê dikşîne. Ji ber wê jî em dibêjin li hemberî vî şerî em dengê xwe bilind bikin. Tişta ku Tilqebînê pêk hat jî ev bû. Ji şerê Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakur re em dibêjin êdî bes e. Dengê ku bilind jî bû di vê çarçoveyê de bû. Li wir berxwedaneke mezin çêbû. Wê meşê hêviyeke mezin da berxwedanê û gelê me. Heger li hemberî tundiyê berxwedan hebe, ev dê di raya giştî de jî cihê xwe bigire. Divê li hemberî van çalakiyên demokratîk astengî nebe."