29 sal in xeber ji Uzeyîr Kurt nayê girtin 2022-11-12 14:12:36   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Uzeyîr Kurt ê 29 sal berê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat windakirin ve û agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 920'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta bavê 7 zarokan Uzeyîr Kurt ê di 25'ê Mijdara 1993'an de di serdegirtina gundê Bîrikê yê bi ser navçeya Bismilê ya Amedê ve ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin, pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Komîsyona Têkoşîna Dijî Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Masîde Ocak ve hat dayîn.   DU ROJAN LI MALÊ HATIYE RAGIRTIN    Ocak da zanîn ku di roja binçavkirina Uzeyîr Kurt de di serdegirtina gundê Bîrikê de li gelek malan lêgerîn hat kirin û piştî serdegirtinê Kurt û 13 gundiyên din hatin binçavkirin. Ocak anî ziman ku Kurt ê li gund li mala xizmê xwe hat binçavkirin, ji ber dewamkirina operasyonê 2 roj li malê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye girtin û di 25'ê Mijdarê de dayika Kurt, Koçerî Kurt jî cixare, gore û sako ji bo lawê xwe biriye wê malê. Ocak diyar kir ku ji bilî Kurt di 26'ê mijdarê de gundiyên din hatine berdan û ji wê rojê heta niha agahî ji Kurt nayê girtin.   DOZGER BIRYARA NEŞOPANDINÊ DAYE    Ocak anî ziman ku Koçerî Kurd di 30'ê mijdara 1993'an de serî li Serdozgerê Komarê yê Bismilê Ridvan Yildirim daye û xwestiye lawê wê li ku tê ragirtin bê lêkolînkirin û wiha got: "Dozger jê re gotiye ‘îhtîmal heye ku kurê wê ji aliyê terorîstan hatiye binçavkirin û revandin’ heye. Koçerî Kurt ku li Bismilê tiştek bi dest nexist, di 14'ê kanûna 1993'yan de serî li Serdozgeriya DGM’ê ya Amedê da. Li wir jî hat bersivandin ku tu qeyda binçavkirina Uzeyîr Kurt tune ye. Di 21'ê adara 1994'an de Serdozgerê Komarê yê Bismilê bi hinceta ‘sûc ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin’ biryara neşopandinê dide. Lê belê, ne cendirme û ne jî dozgeriyê ji bo ku vê texmînê bipejirînin, daneyên berbiçav dernexistin. Malbata Kurt ku ji serlêdanên xwe tu encam negirtin, di 11'ê gulana 1994'an de serî li DMME’yê daye.”   DMME’YÊ TIRKIYEYÊ MEHKÛM KIR    Ocak da zanîn ku piştî serlêdana malbatê ya DMME’yê biryar hatiye dayîn û DMME’yê bûyerê piştrast kiriye û ji ber binpêkirina mafê mirovan Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Ocak diyar kir ku tevî vê biryara DMME’yê jî Serdozgeriya Komarê ya Bismilê di 21’ê mijdara 2014’an de lêpirsîna ku bi rê ve dibir de biryara neşopandinê daye û Dadgeha Amedê jî îtîraza li dijî biryara dozgeriyê hatiye kirin, red kiriye. Ocak destnîşan kir ku bi kurt û kurmancî 29 sal in di dosyeya Uzeyîr Kurt de înkar û bêcezatiyê berdewam kir û ew daxwaza xwe ya aqûbeta Kurt bê eşkerekirin û lêpirsînek bi bandor derbarê vî sûcî dijmirovî de bê destpêkirin dubare dikin.