Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn 2022-11-12 17:14:51   ÊLIH - Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ku dema li ser karê xwe bû hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.    Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê dema li ser karê xwe bû di 12’ê Mijdara 1979’an de hate qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Çamlica hate bibîranîn. Ji bilî malbata Solmaz, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    Bîranîna ku wêneyê Solmaz hate hilgirtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî, bi lêv kir ku di salvegera 42’yemîn ya qetilkirina Solmaz de wî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Degîrmencî, bi lêv kir ku pratika Solmaz a 28 rojan ji bo şaredariyan mînakeke û anî ziman ku Solmaz ê di demeke kurt de gel jê hez kir, bû hedefa hêzên tarî.    Piştî axaftinan, beşdarvanan qûrnefîl danîn ser gora Solmaz.