Li dibistanekê nivîsên nijadperest: An bi tirkî biaxive an jî hiş be! 2022-11-12 20:53:10   STENBOL – Li Dibistana Navîn a Şehît Komando Er Ramazan Okûr a li navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê, li ser nêrdewanan "An bi tirkî biaxive an jî hiş be" hatiye nivîsandin.     Li Dibistana Navîn a Şehît Komando Er Ramazan Okûr a li navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê, li ser nêrdewanan nivîsên nijadperest hatine nivîsandin.    Ji rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) Yûsûf Ozmen wêneyên nivîsên "An bi tirkî biaxive an jî hiş be", "Tu kêmasiyeke tirkî tune ye, lê yê we?", "Tirkî divê di devê me de wekî şîrê dê helal be" û "Bila tirkî di zimanê we rakeve" ên li ser nêrdewanên dibistanê hatine nivîsandin li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belavkirin û bertek nîşan da.