Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan 2022-11-13 09:04:54 ENQERE - Rojnamevan Oznûr Deger ku di sala 2016'an de bi hinceta di nava "nîşeyê" de navê wê hebûye hatibû girtin, piştî 6 salan vê carê jî ji ber nîşeyên xwe yên nûçeyan hat girtin.    Oznûr Deger ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de ku di 14'ê adarê de hatibû ragihandin, ji ber ku di "nîşyekê" de navê wê hebûye hatibû girtin, 4 salan di girtîgehê de mabû.   Deger ku di sala 2019'an de ji girtîgehê derketibû, li JINNEWS'ê dest bi rojnamevaniyê kiribû. Deger ku di demeke kurt de gelek nûçeyên girîng çêkiribûn, piştî 6 salan vê carê jî ji ber "nîşeyên" xwe yên nûçeyan hat girtin.   Rojnameger Deger ku di 25'ê cotmehê de, di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Enqere, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin, bi nûçeyên xwe û parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal hatibû tawanbarkirin.   Deger, di Xelatên Çapemeniyê yên Emre Madran ên 6'an de ên ji aliyê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê tên lidarxistin, li ser navê Guler Yildizê xelat wergirtibû. Wergirtina xelata li ser navê Yildizê jî sûc hatiye hesibandin. Degerê berê jî ji ber vê îfade dabû. Lê di lêpirsîna vê dawiyê de jî ev rastî vê yekê hatiye.      MESREFÊN GEŞTÊ JÊ HATINE PIRSÎN    Di çarçoveya lêpirsînê de ji Degerê 67 geştên wê yên di çarçoveya rojnamevaniyê de jê hatine pirsîn û dozger jê pirsiye ku mesrefên geştê çawa peyda kiriye.    Her wiha gelek parvekirinên Degerê jî sûc hatine hesibandin. Parvekirinên wê yên li ser medyaya sanal ên der barê kuştina 7 ferdên malbata Dedeogûllariyê de jî sûc hatine hesibandin.    MA / Ozgur Paksoy