Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye 2022-11-13 10:52:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin bi êzidiyan dide ku niha dibin êrişên Tirkiyeyê de ne. Ocalan, di hemû nirxandinên xwe yên heta niha de her tim dibêje ku gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye û vê nirxandinê dike: “Divê qiyamet bê rakirin.”    Civaka êzidî ku ji dîrokê heta niha rastî gelek qirkirinan hatiye, niha jî bûye hedefa gefên AKP û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa sala 2014’an de êrişî Şengalê kir û qirkirineke mezin kir. Bi ser qirkirina ku weke “Fermana 73’yan” tê pênasekirin re 8 sal derbas bûn lê belê êrişên li dijî êzidiyan hêj niha jî didomin. Piştî ku êrişên DAIŞ’ê hatin têkbirin, civaka êzidî bi damezirandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidî (YJÊ) parastina xwe xurt kirin. Di heman demê de bi avakirina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin û bi vê yekê re di her qadê de xwe birêxistin kirin.    Êzidiyên ku hewl didin birînên DAIŞ’ê vekirin bikewînin, vêcarê jî bi “Peymana Şengalê” ku di 9’ê cotmeha 2020’an de li ser zexta Tirkiye û DYA’yê di navbera Bexda û Hewlêrê de hate îmzekirin re bûn hedef. Ji peymanê armanc tê kirin ku rêveberiya xweser bê tesfiyekirin, rêveberiya bajar radestî qeymeqamekî bêalî bê kirin û hêzên HPG, YBŞ û Haşdî Şabî ku di dema parastina Şengalê de DAIŞ ji bajar derxistibûn ji herêmê bên derxistin.    Civaka êzidî ku destûra pêkanîna peymanê nade, li dijî êrişên di vê çarçoveyê de tên kirin jî li ber xwe dide. Artêşa Iraqê heta niha ji ber zexta PDK’ê gelek caran li dijî Şengalê êriş da destpêkirin lê belê li berxwedana gel qelibî û neçar ma ku xwe vekişîne. Li hêlekê gefên artêşa Iraqê ya li ser herêmê didome û li hêla din jî Tirkiye bênavber êrişên hewayî pêk tîne. Ji 9’ê cotmeha 2020’an ku “Peymana Şengalê” hatiye îmzekirin heta niha Tirkiyeyê herî kêm 25 caran bi hewayî êrişî Şengalê kir. Di encama êrişên bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê de heta niha herî kêm 17 kes hatine qetilkirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide civaka êzidî ku ji dîrokê heta niha gelek caran rastî komkujiyên mezin hatiye. Di hevdîtinên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de Ocalan gelek caran li dijî êrişan hişyarî da ne.    GEFA QIRKIRINÊ LI SER ÊZIDIYAN HEYE   Di 14’ê tebaxa sala 2007’an de li navçeya Kahtaniye ya başûrê Kurdistanê li dijî civaka êzidî 3 êrişên bombeyî hatin kirin û di encamê de 200 êzidî hatin qetilkirin. Têkildarî vê êrişê Ocalan di hevdîtina 22’yê tebaxa 2007’an a bi parêzeran de hişyarî dida û wiha digot: “Min berê jî gotibû ku divê xwedî li êzidiyan bê derketin. Gelo ma ez êdî çi bikim? Hem di mijara gefa qirkirinê ya li ser êzidiyan de û hem jî di mijarên din de min gelek caran hişyarî dan.”    ÇÎROKA DERWÊŞÊ EVDÎ   Abdullah OCalan di hevdîtina bi parêzeran re ya di 2’yê sibata 2011’an de bi bîr xist ku Derwêşê Evdî kurdekî êzidî yê şengalî ye û ev tişt anî ziman: “Heta dema ku stratenekî jî guhdar dikî, mirov têkildarî dîroka kurdan tiştekî hîn dibe. Li ser heqîqeta wê digehî. Di wê kêliyê de ew stran jî ewqas bibandor dibe û bi mirov dide hînkirin ku li ser heqîqeta xwe digehî. Mirov tenê bi rêya zanistê xwe nagihîne heqîqetê, di heman demê de dikarî bi huner û muzîkê jî li ser bigehî. Çîroka êzidiyekî jî (Derwêşê Evdî) dikare mirov bigihîna heqîqet û nasnameya mirov. Di vê navberê de hewceye bibêjim ku yên kurdîtiya herî resen dijîn kurdên êzidî, kurdên elewî û kurdên sunî yên deştî ne. Lê kurdên êzidî nûnerên pêşeng in. Weke ku tê zanîn, yên herî zêde rastî zextê hatin û hatin koçberkirin jî ew in.”    ‘ÊZIDÎ NÛNERÊN PÊŞENGIN’   Di hevdîtina di 24’ê hezîrana 2013’an de Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê re dibêje ku civaka êzidî, nûnerên pêşeng ên gelê kurd in û vê nirxandin dike: “Di esasê xwe de êzidî, bingeha Tevgera Azadiyê ne. Heta niha min gelek caran derheqê wan de nirxandin kirin. Divê bêyî ku bikevin nava kevneperestiya nîjadî û olî, di nava civaka me de azad bijîn û xwe bêhtir bidin têkoşîna azadiyê.”    DESTANA DERWÊŞ Û EDÛLEYÊ   Ocalan, di 15’ê tebaxa sala 2014’an di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re de balê dikişîne ser êrişa DAIŞ’ê ya ser Şengalê û wiha dibêje: “Bûyerên qewimîn, pir dilêş in. Komkujî çêdibin û tê gotin ku li dijî jinan tiştên cuda hatine kirin. Ez niha tiştên ku jinên êzidî dijîn dibînim û pir xemgîn dibim. Destana Derwêş û Edûleyê bi heman rengî diqewime. Tiştên tên jiyîn yek bi yek mîna hev in û hêjayî lêkolînkirinê ne.”    ÊZIDÎ BI QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axaftina xwe wiha didomîne: “DAIŞ, ji bo Tirkiyeyê jî bela ye. Tirkmen jî bidarve kirin, serjê kirin û di destên wan de dîlgirtî hene. Hem Barzanî û hem jî Tirkiye hêj nû bi vê dihesin. Komkujî li ber derî bû lê belê ev yek nedîtin. Min hêj pir beriya niha hişyarî kiribûn. Tiştên ku ez li vir hêj salek berê dibînim ew çawa nabînin? Wê demê jî min got ku çendek kesan bişînin nava êzidiyan û bila ji wan re vebêjin. Civaka êzidî niha jî bi komkujiyan re rû bi rû ye. Em ne komkujiyan ji bîr dikin û ne jî li şûna xwe rûdinin û rondikan dibarînin. Ev komkujî di dîroka mirovahiyê de tu carî nayên jibîrkirin. Heke werin jibîrkirin, wê demê ev tê wê wateyê ku wijdana mirovahiyê jî nema ye.”    EVÎNA DERWÊŞÊ EVDÎ   Abdullah Ocalan, di hevdîtina 7’ê îlona 2014’an de mînaka evîna Derwêşê Evdî û Edûleyê dide û vê nirxandinê dike: “Tiştên ku wê rojê dihatin gotin û yên niha diqewimin, mîna hev in. Heman tifaqa ku AKP’ê îro ava kiriye, wê demê jî osmaniyan kiribûn. Ev destan, li cihê ku Derwêşê Evdî lê hatiye kuştin derketiye holê. Lê tê xistin, tê eciqandin, dimire lê destaneke nûwaza derdikeve holê. Civaka êzidî li dijî faşîzma sûniyan heta roja me jî li ber xwe dan. Heta ku jiyana azad çênebe tu tiştek çênabe, evîn jî nabe. Dema ku min digot ji bo kurdan evîn tiştekî nepêkan e, min qala vê rastiyê dikir. Heta felsefeya Derwêşê Evdî jî fêm nakin. Analîzên min ên sosyolojîk baş in û heta sosyolojiya zanistî nebe jî em nikarin tu tiştekî binirxînin. Di siyasetê de jî, di hunerê de ev yek wiha ye. Ez ji hêla heqîqetê ve nêzî her tiştekî dibim.”    ‘YÊN KU RASTÎ DESTDIRÊJIYÊ HATIN EM TEVEK BÛN’   Di heman hevdîtinê de Ocalan balê dikişîne ser hişyariyên xwe yên heta niha bo Şengalê kiribûn û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “DAIŞ’ê dê her dever bişewitanda. Têkildarî Şengalê ev 7 sal in ez hişyariyan didim. Lê we bi xwe jî dît ku tu tevdîr nehatine girtin. Di esasê xwe de yên hatin qetilkirin û rastî dirêjiyê hatin, em tevek bûn. Diviyabû qiyamet bihata rakirin.”    HEKE GERÎLA ŞENGALÊ HEBÛYA...    Têkildarî xwevekişandina HPG’ê ya ji Mexmûr, Kerkûk û Celawlayê jî Abdullah Ocalan di hevdîtina 14’ê adara 2015’an de wiha dibêje: “Heke PDK nexwaze jî, heke gel nexwaze jî dê li wir bimînin. Îxaneta li dijî gel heye. Heke li Şengalê komên gerîla hebûna, ewqas mirov  nedihatin qetilkirin. Li wir bi navê gel tiştek namîne. Heke gerîlayên PKK’ê nebin, heke îtîbara me nebe, gel dê perîşe bibe.”    MA / Ozgur Paksoy