Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin 2022-11-13 11:42:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin.”    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi bîr xist ku Şengal di 13’ê mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û wiha got: “Ev pêngav bi pêşengtiya hêzên YBŞ’ê, gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hate pêşxistin. Şengal kolan bi kolan, mal bi mal û gav bi gav hate azadkirin. Di serî de em kesên di vê pêngava berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin.”   Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:   “Navenda bajarê Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke mezin a leşkerî û bi berxwedaneke dîrokî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav di pêşengiya gerîlayên azadiyê, şervanên YPG û YPJ’ê û Yekineyên Berxwedana Şengalê ve hate pêşxistin. Beriya her tiştî em ew qehremanên mezin ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de canê xwe dane bibîr tînin û soza Şengaleke xweser û azad ku me daye şehîdan dubare dikin. Lazim e em tu carî ji bîr nekin ku Şengal di encama şer û berxwedaneke mezin de kolan bi kolan, mal bi mal hate rizgarkirin. Gerîla wê demê berxwedaneke mezin nîşan dan, ji bo civaka êzidî gelek şehîd dan. Dîsa di pêşengiya şehîdên wekî Ş. Berxwedan, Ş. Zerdeşt, Seîd Hesen û Mam Zekî de berxwedan hate pêşxistin.   JI BO ŞENGALEKE AZAD Û XWESER GAVÊN MEZIN HATIN AVÊTIN   Niha 7 sal bi ser vê pêngava dîrokî re derbas dibin û di nava van 7 salan de civaka êzidî û gelên Şengalê xwe ji qirkirin û fermanê rizgar kirin, zincîrên koletiyê şikandin û ji bo Şengala xweser û azad gavên mezin avêtin. Bê guman ev pêşketin bi berdelên pir giran hate bidestxistin, hemû deskeftiyên civaka êzidî û Şengalê bi saya şehîdên me yên nemir hene. Ji ber vê heqîqetê, lazim e di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de em xeta berxwedanê jî xeta îxanetê jî car din bînin bîra xwe.   PDK NIHA JÎ DEV JI XIYANETA XWE BERNEDAYE   Ji dîrokê heya niha hem xeta berxwedanê hem xeta xiyanetê hebûye. Herkes vê xeta xiyanetê baş nas dike ku di fermana 2014’an de Şengal teslîmî DAIŞ’ê kir. Bêyî ku guleyek biteqînin pêşmergeyên PDK’ê ji Şengal reviyan. Wan, xeta xiyanetê dan meşandin. Di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî dixwestin vê xeta xiyanetê bimeşînin. Çawa ku di fermanê de PDK’ê gelek cihan teslîmî DAIŞ’ê kirin, di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî DAIŞ’ê gund û komelgehên bakurê Çiyayê Şengalê teslîmî PDK’ê kirin. Civaka êzidî vê xiyaneta PDK’ê wekî ‘Xiyaneta Mezin’ binav kir. Ji wê rojê heya roja me ya îro jî PDK dest ji dijminahiya xwe ya li dijî Şengalê bernedaye û xiyaneta xwe berdewam dike.   ŞERÊ XETA BERXWDANÊ Û XETA XIYANETÊ DIDOME   Li hemberî vê xiyaneta mezin di pêşengiya gerîlayên azadiyê, keç û xortên Êzdîxanê de jî berxwedaneke mezin a dîrokî hate pêşxistin. Li dijî xiyaneta mezin, berxwedana mezin hate pêşxistin. Ev 7 sal in jî li aliyekî xeta xiyanetê ya PDK’ê, li aliyekî jî xeta berxwedanê ya Şengalê di nav têkoşîneke mezin de ne. Rast e, navenda bajarê Şengalê 7 sal berê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin lê îro jî şerê Şengala xweser û azad berdewam dike.   GERÎLA JI BIRÎNÊN ŞENGALÊ RE BÛN DERMAN   Niha di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişê wan kes û hêzan dike ku Şengal rizgar kirine. Dewleta tirk hem êrişê civaka êzidî hem jî gerîlayên azadiyê dike. Ş. Seîd Hesen, Ş. Mam Zekî, Ş. Zerdeşt, Ş. Azad fermandar û şervanên parastin û rizgarkirina Şengalê bûn û dewleta tirk ew şehîd xistin. Her wiha Gerilayên Azadiya Kurdistanê ji birîna Şengalê re bûn derman. Di fermana 2014’an de gerîlayên azadiyê êzdayetiyê parastin, îro dewleta tirk bi çekên kimyewî êrişî wan dike. Niha hêzên herêmî û cîhanê xwe ji vê re bêdeng dikin.   BERSIVA HERÎ MEZIN A JI ÊRIŞAN RE VEGERA LI ŞENGALÊ YE   Em di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de careke din soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe emê Şengala xweser û azad ava bikin û biparêzin. Em bawer dikin ku wê berxwedana gerîla jî biserkeve, berxwedana Şengalê jî. Em bang li hemû civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li berxwedanê, xwedî li azadiyê, xwedî li Şengalê derkevin. Dewleta tirk û PDK naxwazin gelê me vegere ser axa xwe. Dema çend mal vedigerin Şengalê, Şengal yekser tê bombebarankirin. Lazim e gelê me van êrişan ji xwe re neke asteng. Bersiva herî mezin a ji dijmin re vegera Şengalê ye.   Li ser vê esasê em carek din rizgarbûna navenda Şengalê li hemû gelê xwe û mirovahiyê pîroz dikin. Emê vê pêngavê, bi Şengala xweser û azad tacîdar bikin.”