NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin 2022-11-13 12:53:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevbendiya NADA'yê bang li OPCW, rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşînê xwedî bertek bin û wiha got: “Divê komîteyeke navneteweyî ya serbixwe û pispor were avakirin da ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî başûrê Kurdistanê lêkolîn bike.”    Hevbendiya Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. NADA’yê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û got ku ew piştgiriya xwe ji bo nameya Înîsiyatîfa li Dijî Dagirkirin û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê radighînin û ev tişt got: “Her wiha em piştgiriyê didin hemleya jinên iraqî ya ji bo qedexekirina qada asîmanî ya Iraqê li hemberî Tirkiye û rawestandina êrişên wê yên dijminane yên li ser serdestiya Iraqê."   BANGA JI BO LÊKOLÎNÊ   Bi domdarî NADA'yê diyar kir ku divê komîteyeke navneteweyî ya serbixwe û pispor were avakirin da ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî başûrê Kurdistanê lêkolîn bike û ev tişt parve kirin: “Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê rê bidin ku rojnamevan û kesên têkildarî biçin cihê bûyerê û erkên xwe bi cih bînin. Banga me ji bo OPCW’ê jî ew e ku şandeyeke pirspor bişîne herêmê da ku çekên kîmyewî yên qedexekirî yên dewleta tirk bi kar tîne lêkolîn bike û li gorî encamên wê hesab ji berpirsan bê pirsîn û bên darizandin. Banga me ji bo hemû rêxistin û tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên li herêmê û cîhanê ew e ku li hemberî sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin û li dijî zaliman bisekinin.”    Tê destnîşankirin ku Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkirî û Qirkirina Jinan a ji bo Aştî û Ewlehiyê di 22’yê cotmehê de nameyeke ku ji OPCW, Desteya NY’ê, rêxistinên navneteweyî û aliyên herêmî yên têkildar re şandibû parve kir û got ku guman hene ku Tirkiye di êrişên xwe de çêkên kîmyewî yên weke bombeyên nukleerî û fosforê bi kar tîne. Înîsiyatîfê têkildarî bandora van çekên qedexekirî jî hişyarî dabû.