Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn 2022-11-13 15:04:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Li gel endamên tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), her wiha gelek kesên din jî di merasîma bîranînê de amade bûn. Beşdaran, find danîn cihê ku Akarsel lê hatibû qetilkirin.    ARMANCA AZADIYÊ   Di bîranînê de ji RJAK’ê Sara Reza axivî û got ku ew, Nagihan Akasersel di serdemekî jin li dijî hemû zîhniyetên mêrserdest ên cîhanê têdikoşin de bi bîr tînin û wiha domand: “Ev zîhniyeta li dijî jinan, naxwaza jin azad bibe. Lewma jî jinan azadî weke hedef daniye pêşiya xwe. Têkoşîna jinan ne tenê li bakurê Kurdistanê lê li rojhilatê Kurdistanê û Rojava jî bûye têkoşîneke sereke. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ve perspektîfa azadiya jinê nîşanî hemû cîhanê da. Ev dirûşm li cîhanê belav bû. Şehîd Nagihan Akarsel jî ji bo ku xebatên jinên kurdistanî berhev bike têkoşiya. Dê bi şehîdxistina Nagihanê nekarin pêşî li ber têkoşîna me bigirin. Em soz didin şehîdên xwe ku dê têkoşîne me bidome.”