Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn 2022-11-13 15:22:59   ÊLIH - Li Êlih’ê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.    Li gundê Girbereşk ê girêdayî navenda Êlihê di navbera du malbatan ku xizmên hev in de bi sedemeke nediyar şer derket. Di encama şerê malbatan de 3 kes jê giran bi giştî 7 kes birîndar bûn. Piştî şer jî komên tenduristiyê seqî herêmê hatin kirin. Komên tenduristiyê piştî destwerdana ewil, birîndar veguhestin nexweşxaneyên bajêr. Ji birîndaran Mehmet Şîrîn Akin, Asker Akin û Sadik Akin tevî mudaxaleyê jî jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 4 birîndarên din jî didome. Têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin. Rageşiya di navbera malbatan de didome.