Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin 2022-11-13 15:23:37   AMED - Şêniyên Taxa Zorko ya Amedê ku DEDAŞ’ê ceyranên wan birî ye, bi mebesta protestokirinê rê li hatin û çûna wesayîtan girtin.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) duh bi şev ceyrana Taxa Zorko ya navçeya Yenîşehîr a Amedê birî. Şêniyên taxê têkildarî mijarê daxuyanî dan. Ji şêniyên taxê Emîn Kurt diyar kir ku ev du hefte ne li vê derê bi roj nobetê digirin û wiha got: “Şevê din hatin û trafoyên me birîn. Gelek polîs pê re hatibûn û dema me sedema wê pirsî jî ji me re gotin; ‘DEDAŞ’ê birî.’ Dê biavêjin ser stûnê. Weke şêniyên vê taxê em vê naxwazin. Em taxekî xizan in. Karek tune ye û bi saya alîkariyên civakî debara xwe dikin. Kesên nexweş hene û her wiha nexweşên diyalîzê hene.”    Piştre jî şêniyên taxê rêya Xarpêtê ji hatin û çûna wesayîtan re girtin. Heta demekî dirêj jî rê venekirin û birîna ceyranê bi çepikan protesto kirin. Li ser vê yekê gelek polîs li cihê çalakiyê hatin veguhestin û wesayîtên zirxî ketin nava taxê. Polîsan got ku dê di nava nîvsaetê de ceyrana wan bê. Tevî vê yekê jî şêniyên taxê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya şêniyên taxê didome.