PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe 2022-11-13 15:42:19   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê nehişt ku Weşanxaneya Şilêr a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li 4’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî bibe ku li Silêmaniyeyê tê lidarxistin.    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) destûr neda ku Weşanxaneya Şilêr a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li 4’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî bibe ku di 17’ê mijdarê de li bajarê Silêmaniyeyê tê lidarxistin.    Rêveberiya weşanxaneyê têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî û da zanîn ku PDK’ê destûr neda ku 200 pirtûkên wan ji bo fuarê hatine amadekirin ji Deriyê Sînor ê Pêş Xabûrê re bên derbaskirin. Weşanxaneyê diyar kir ku bi gelek berhemên têkildarî Berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava, jin û kurdên rojavayê Kurdistanê ji bo 4’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî kiribûn.    Tê payîn ku fuar di 17’ê mijdarê de dest pê bike.